3 cenaze anîn Saziya Tipa Edlî

Li navçeya Farqînê ya Amedê 3 cenazeyên ku tê gotin ên gerîla ne û ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, anîn Saziya Tipa Edlî. Kesên hatin destgîrkirin jî li Fermandariya Jendermeyan a Bajêr a li Amedê têne hiştin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê li bejahiya gundê Hêlînê yê navçeya Farqînê ya Amedê di şerê doh de 3 gerîlayên HPG'ê şehîd bûn û cenazeyên wan anîn Saziya Tipa Edlî ya Amedê.

Ji 3 kesên jiyana xwe ji dest dan, malbata Rahîm Saygi ji bo tespîtkirina nasnameyê û teşhîskirina cenaze serî li Serdozgeriya Komarê ya li Amedê da.

Di dema êrîşa dagirkeriyê de konên koçeran ji aliyê leşkeran ve hatin şewitandin. R.D. (54), S.D., H.D. (24), H.D. (28), M.S. (45) jî bi êşkenceyê hatin destgîrkirin. Hate ragihandin ku 5 kesên hatin destgîrkirin li Fermandariya Jendermeyan a Bajêr a li Amedê têne hiştin.