27 siyasetmedarên Kurd hatin berdan

Di doza derbarê 27 siyasetmedarên Kurd ku 8 jê girt ku di nav de endamên berê yên PM yên DBP’ê jî di nav de ku meha Nîsana sal bihûrî hatibû vekirin, bi temamî hatin berdan.

Di çarçoveya operasyona ku li hemberî Yekîtiya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DBP'ê û KJA'yê de, di 13'ê Nîsana 2016'an de Hevseroka Yekîtiya Rêveberiyên herêmî Çîmen Işik, endamên Meclîsa Partiyê ya DBP'ê yên berê Pero Dundar, Yûsûf Koyûncû, Tûran Genç û Abdullah Cîn û endamên DBP'ê Mehmet Taha Bûrakmak, Îbrahîm Dûrmûş, Serdar Tûrsûn jî di nav de, di derbarê 8 jê girtî 27 siyasetmedaran de doz hatibû vekirin. Di doza ku li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de, bi tawanbariya "avakirin û birêvebirina rêxistinê" di derbarê siyasetmedarên kurd de heta 22 sal û nîvan cezayê girtîgehê dihat xwestin. Hemû siyasetmedarên kurd ên ji ber vê dozê girtîbûn, beşdarî danişînê bûn û Orhan Karaca yê ku ji ber dozeke din girtiye jî ji Girtîgeha Mêrsînê anîn. Her wiha hin bersûcên ku bi awayekî negirtî dihatin darizandin jî tevlî danişînê bûn.

Piştî parêziyan, heyeta dadgehê biryara xwe ya navberê daxuyand. Heyetê dadgehê bi şertê kontrolkirina edlî û qedexeya derketina derve biryara berdana siyasetmedarên girtî Tûran Genç, Çîmen Işik, Pero Dundar, Îbrahîm Dûrmûş, Serdar Tûrsûn, Abdullah Cîn, Mehmet Taha Bûrakmak û Yûsûf Koyûncû da.

Ji bo tememkirina kêmasiyên dosyeya dozê, danişîn taloqê meha Mijdarê hat kirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, Hevseroka Rêveberên Herêmî yên Demokratîk a DBP'ê Çîmen Işik, endamên Meclîsa Partiyê ya DBP'ê yên berê Pero Dundar, Yûsûf Koyûncû, Tûran Genç, Olcay Kanlibaş û Abdullah Cîn, Hejmaryarê Giştî yê HDP'ê Huseyîn Yilmaz û endama KJA'yê Zozan Toprak jî di nav de, di derbarê 27 siyasetmedarên kurd de bi îdîaya "rêvebertiya rêxistinê" heta 22 sal û nîvan cezayê girtîgehê doz vekiribû. Dozger di guhdarîkirinên telefonan yên ku di îdianameyê de cih digirtin de ti kiryarên sûcî nedîtin û her wiha peyva kovarê ya ku di jiyana rojane de tê bikaranîn wek "bombe", peyva pirtûkê wek "çeka lûledirêj", peyva nameyê "çalakiya bi bombe û çekê", peyva pîvazê wek "bombeya destan", peyva nan wek "roketatar" û peyva avê jî wek "benzîna ku ji bo molotofan tê bikaranîn" nîşan da. Di danişîna ewil de ji bersûcan Ridvan Sincar, Olcay Kanlibaş û Sûzan Toprak hatibûn berdan.