21. salvegera komkujiya li Girtîgeha Amedê

Yek ji mezintirîn komkujiyên li girtîgehan, 24'ê Îlona 1996'an li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hate kirin.

Li Tirkiyeyê, desthilatdarî biguhere jî pêkanîn û polîtîkayên li girtîgehan qet naguherin. Di her serdemê de girtîgeh bûne cihê kiryarên li derveyî mirovahiyê, navenda komkujiyan. Yek ji mezintirîn komkujiyên li girtîgehan, 24'ê Îlona 1996'an li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hate kirin.

Di vê komkujiyê de, ku yek ji rûyên reş ên Tirkiyeyê ye, 10 girtiyên ji doza PKK'ê Erkan Hakan Perîşan, Cemal Çam, Ahmet Çelîk, Edîp Dîlekçî, Mehmet Nîmet Çakmak, Ridavn Bûlût, Mehmet Kadrî Gumuş, Kadrî Demîr, Mehmet Arslan û Hakki Tekîn bi rengekî hovane hatibûn kuştin.

HER TIŞT JI BO KIRINA KOMKUJIYEKE HOVANE HATIBÛ PLANKIRIN

21 sal beriya niha weke îro, 30 girtiyên li qewîşên 17, 18 û 29'an ên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, ji bo 'hevdîtina bi malbatan re' ji qewîşê hatin dexistin. Dema ku girtî hatin ber qewîşa 35'an, xwestin firaxên ku serlêdêran xwarin ji wan re anîne, rahêjin. Ev prosedura ku her hefte bi rengekî asayî dihate kirin, heta wê çaxê ji bo gardiyanan û rêveberiya girtîgehê qet nebûbû pirsgirêk. Lê belê, wê piştre eşkere bibûya ku komkujiya 24'ê Îlona 1996'an hate kirin, ji berê ve li gorî rojeva siyasî ya li Tirkiyeyê hatibû plankirin. Wê rojê, her tişt li gorî wê komkujiya hovane hatibû plankirin. Serokkomarê wê demê Suleyman Demîrel wê rojê hatibû Amedê. Tevî ku dora nobedê ne ya wî bû, vardiya Fetîh Ahmet ku li girtîgehê weke Tîma A dihate naskirin, hatibû wezîfedarkirin.

10 GIRTÎ BI ÊŞKENCEYEKE GIRAN BI RENGEKÎ HOVANE HATIN KUŞTIN

Piştî nîvro saet di 14:00 de, ji deriyê pêşiya girtîgehê, deriyên xwaringeh û pişt revîrê, bi sedan leşker, polîs û tîmên taybet ketin hundir û êrîş kirin.

33 girtiyên bê çek û bê parastin, xwe li hev girtin û dirûşmên "Rûmeta mirovahiyê wê êşkenceyê têk bibe" û "Bimirine êşkence" qîriyan.

Çekdarên dewleta Tirk bi ço, kesin û bi taybetî bi çoyên ku bizmar pê ve kiribûn, nîv saetê li wan dan. Heta ku ser hişê xwe biçin li girtiyan dan û piştre girtî bi erdê re kaş kirin û birin odeya hevdîtinê.

Girtî li vê derê bi ser rû, li erdê hatin dirêj kirin. Piştre yek bi yek hatin derxistin û leşker, polîs û tîmên taybet ên Tirk bi saetan heta mirinê lê dan.

Dûre 10 girtiyên ku êşkencekar teşhîs kirin, bi rengekî ku di dîroka mirovahiyê de qet nehatiye dîtin, bi hovane hatin uştin. Beden û serê wan werimî bûn, mejiyê wan li naverastê belav bûbûn. 23 girtiyên ku bi şensê bi saxî ji vê êrîşê filitîn, bi rengekî ji ser hişê xwe çûyî, derxistin hewşa girtîgehê û xistin wesayitên rîngê. Li vê derê jî leşker, polîs û tîmên taybet ên Tirk bi çoyên bizmarkirî li wan dan. Girtî dûre sirgûnî Girtîgeha Dîlokê hatin kirin. Di rê de jî êşkenceyeke giran li wan kirin.

EV 21 SAL IN KIRYAR NEHATINE CEZAKIRIN

Mîna Komkujiya Sêwasê, Dadgeriya Tirk hewl dide vê dosya hovîtiyê ya li Girtîgeha Amedê jî bigire û kujeran biparêze. Tevî ku 21 sal di ser re derbas bûne, hê hesab ji kujeran nehatiye pirsîn û yên fermana êrîşê dane jî tên veşartin.

Dadgeha Bilind bi xwe jî got, "Bûyer hovane ye û bi hesteke cinawîrî hatiye kirin." Doz du caran xera kir. Doza der heqê 7 bersûcên esasî de hatibû vekirin, ket ber qanûna 'dem di ser re derbas bûye'. Der barê 89 bersûcan de jî, ku darizandin hê li 3. Dadgeha Cezayê Giran dewam dike, tevî ku di rapora otopsiya girtiyan de tê gotin 'ji ber êşkenceyê hatine uştin', heyeta dadgehê biryar da ku girtî 'bi zanebûn nehatiye kuştin'. Doz çû ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û DMME Tirkiye bi dayina tazmînata madî û manewî ceza kir. Wekî din serpel Vedat Çolak, ku hingî li Midûriyeta Şaxê Qaçaxçitiyê ya Fermandariya Jendermeyan a Bajarê Amedê wezîfedar bû, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, ji bo Serokê Daîreya Têkoşîna Dijî Terorê ya Fermandariya Giştî ya Jendermeyan hate wezîfedarkirin. Ev yek jî nîşan dide ku wê ser bûyerê bê nixumandin.