20 sal li ser wefata Îbrahîm Ehmed derbas bû

20 sal li ser wefata siyasetmedar, rojnamevan, helbestvan, nivîskar û kesayetê netewî yê gelê Kurd Îbrahîm Ehmed derbas bû.

Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Îbrahîm Ehmed di dîroka têkoşîna Kurdan de xwedî mîrasekî kevin a siyasî û wêjeyî ye. Her wiha pêşengekî ku herî zêde ji bo yekîtiya Kurdan têkoşîn kiriye û heya dawiyê berdewam kiriye.

Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Îbrahîm Ehmed, bi dirêjahiya temenê xwe di gelek qonaxên siyasî yên Kurdistanê de rolê pêşeng lîstiye. Ji bilî xebatên siyasî, di warê rojnamevanî û wêjeya Kurdî de jî xwediyê rolek berbiçav bû. Îbrahîm Ehmed roja 8’ê Nîsanê ya sala 2000’an di temenê xwe yê 86 salî de wefat kir. Îro jî 20 sal li ser wefata wî derbas dibe.

JÎNENÎGARIYA ÎBRAHÎM EHMED

Îbrahîm Ehmed di 6’ê Adara sala 1914’an de di nav malbatekî naskirî ya bajarê Silêmaniyê de tê dinê. Mamê mamoste Îbrahîm, Remzî Fatih ku efserekî Kurd bû bandorekî mezin li ser wî danîbû. Fatih mamoste Îbrahîm dişîne dibistanê û heta piştî dibistana navendî jî li ser wî xwedî bandor e. Ehmed sala 1937’an li bajarê Bexdayê Kolêja Yasayê temam dike. Li zanîngehê bi komek xwendekarên Kurd re komek ya bi navê ‘Lawên Kurd’ ava dikin û kovarekê bi navê ‘Diyarî Lawan’ derdixin.

Hê di temenê 18 saliya xwe de dest bi karê rojnamevaniyê dike û nivîsên wî di rojnameya Jiyan de tên weşandin. Di navbera salên 1939-1949’an de li gel Eladîn Secadî kovara Gelawêj derdixin. Her wiha ew xwediyê rojnameya Kurdistan bû û karê rêvebertiya rojnameyê jî bi rê ve dibir. Piştre heya demekê kovarek bi navê Rizgarî jî çap dike.

Damezirîner û berpirsê Şaxa Komeleya Jiyanewey Kurdistan (JÊKAF) a Başûrê Kurdistanê bû. Di sala 1947’an de li gel Sacîde Salih Fetah bi nasnav Gelawêjxan dizewice. Heft zarokên wê yên bi navê Helo, Hawrê, Hêro, Şanaz, Hetaw, Lîloz û Mijde hene.

Piştî rûxîna Komara Kurdistan li sala 1947’an Îbrahîm Ehmed û Şaxa JÎKAF biryar didin tevlî Partiya Demokrata Kurdistan bibin. Piştre dibe serokê şaxê PDK’ê ya Silêmaniyê.

Piştî Mela Mustefa Barzanî ji Kurdistanê diçe Rûsyayê, sala 1951’an erkê serokatiya PDK’ê digire ser milê xwe. Di kongreya duyemîn a PDK’ê ya sala 1953’an de, bi piraniya dengan wek sekreterê giştî yê PDK’ê tê hilbijartin û heya sala 1961’an vê erkê bi rê ve dibe.

Piştî Şoreşa 14’ê Tîrmehê ya sala 1958’an a Iraqê, Îbrahîm Ehmed û şandeyek ji endamên PDK’ê ji bo bicihkirina mafên Kurdan di destûra nû ya Iraqê de, diçin Bexda û li gel rayedarên wê demê dicivin. Lê piraniya daxwazên wan têne redkirin.

Bi destpêkirina şoreşa Îlonê re berê xwe dide çiya û di warê siyasî de şoreşê bi rê ve dibe û bandoreke wî ya zêde di nava şoreşê de hebû. Piştî şoreşa sala 1975’an diçe Ewropayê û piraniya jiyana xwe li paytexta Brîtanya Londonê derbas dike.

Di sala 1994’an de Îbrahîm Ehmed bi rêya Mihemed Emîn Pêncewînî li gel Mamosta Mihemed Resul (Hawar) li Kampa Bekayê ya Lubnanê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê dikin.

Piştî serdanê Îbrahîm Ehmed pirtûka bi navê ‘Dadgeha Dîrokê’ dinivîse û di pirtûkê de bi berfirehî behsa 50 salên xebata gelê Kurd û pir aliyên veşartî yên tevgerên Kurdî dike.

Îbrahîm Ehmed di beşek ya pirtûka xwe de bi vegotina serpêhatiyek xwe, wiha dijminahiya dewleta Tirk vedibêje: “Piştî şoreşa 14’ê Tîrmehê ya Iraqê rojekê sefîrê Tirk hat li cem min, gilînameyek bi acizî pêşkêşê min kir û ji min re got: ‘Li ser navê dewletê we şermezar dikim, ji ber ku hûn destwerdanê di karûbarên dewleta me de dikin.’ Min jî jê pirsî û gotê ew çiye me destwerdan tê de kirî? Di bersiva min de got, ‘Meseleya Kurd e’ min cardin jê pirs kir, li welatê we Kurd hene, wî got, na Kurd nîne.”

Ji ber wê yekê Îbrahîm Ehmed dewleta Tirk wek dijminê sereke yê gelê Kurd bi nav dike û dibêje: “Dewleta Tirk ne tenê dijminê Kurdên Bakur e, di heman demê de dijminê hemû parçên din ên Kurdistanê ye. Ji ber wê jî divê hemû welatparêzên Kurd dijminê xwe nas bike û bizane. Ger Kurdên Bakurê Kurdistanê mafên xwe bi dest nexin, li parçeyên din ên Kurdistanê dewletên Kurdî werin damezrandin jî ti garantiya wê nîne û wê birûxînin.”

Piştî vê hevdîtina li Bekayê, di sala 1995’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek bi destê xwe dinivîse û ji Îbrahîm Ehmed û Mamosta Hawar re dişîne. Ocalan di nameyê de hevdîtina li gel Îbrahîm Ehmed û Mihemed Resûl wek pêngavek dîrokî û mezin bi nav dike.

NAMEYA OCALAN

“Ji bo Mamoste Îbrahîm Ehmed û Hewar (Mihemed Resûl) ez gelek kêfxweş bûm. Dîtin û civîna me dîrokî bû. Gaveke mezin bû. Ji bo miletê Kurd damerizarandina Kongreya Neteweyî serkeftin bû. Ez her dem ji jiyana wan re tendirustî û serkeftinê dixwazim û silav dikim.”

Piştî ku li Ewropayê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) hate avakirin, Îbrahîm Ehmed dibe endamê KNK’ê. Piştre ji bo serokatiya KNK’ê tê pêşniyarkirin, lê ji ber rewşa xwe ya tendirûstî dibêje ew serokatiya KNK’ê nake.

NÊRÎNA ÎBRAHÎM EHMED Li SER YEKÎTiYA NETEWÎ

Felsefeya siyasî ya Îbrahîm Ehmed netewî bû, wek kesayetek netewî tê naskirin. Piraniya nivîs û berhemên wî li ser mijarên netewî ne. Di tevahiya jiyana xwe de her tim li dijî zilm û zordestiya dagirkerên Kurdistanê rawestiyaye.

Îbrahîm Ehmed di hevpeyvînek xwe ya di sala 1996’an de behsa girîngiya yekîtiya Kurdan dike û dibêje: “Dijminên me bi yek çavî li me û welatê me temaşe dikin. Bihostek pêşkeftina me di qezenca hemû gelê me de dibînin û ditirsin ku ev pêşkeftin berfireh bibe. Çima em vê yekê nizanin. Li dijminên xwe temaşe bikin û fêr bibîn, ger dijminên me bi tiştekî nerehet dibin, bila em bizanin ku ew tişt di qezenca me de ye.”

Mamosta Îbrahîm di warê wêjeyî de jî gelek berhemên bi nirx ên wek ‘Jana Gel’, ‘Kiwêrewerî’, ‘Piştî tîra kevan’ û gelek berhemên din nivîsandiye.

Îbrahîm Ehmed di êvara 8’ê Nîsana sala 2000’an de di temenê xwe yê 86 salî de li paytexta Brîtanya Londonê wefat dike. Cenazeyê wî li goristana Selîm Beg a li Silêmaniyê dispêrin axê.

Salane ji aliyê Weqfa Îbrahîm Ehmed ve bi merasîman Îbrahîm Ehmed tê bibîranîn û xelata ‘Bile’ tê dayîn. Lê îsal ji ber belavbûna virûsa Koronayê ti merasîmek bîranînê nayê lidarxistin.