2 Şaredariyên din ên DBP'yî hatin desteserkirin

Hikûmeta AKP/MHP'ê dest danîn ser Şaredariyên Wêranşar û Hewengê yên DBP'yî. Qeymeqamên Tirk ên li van her du navçeyan weke qeyûm li Şaredariyan hatin bicihkirin.

Hevşaredarê Wêranşarê Emrûllah Cîn, ku 23 roj piştî binçavkirinê di 5'ê Çileyê de derxistin ediyeyê, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hat girtin. Dewleta Tirk li şûna Hevşaredar Emrûllah Cîn, qeymeqamê xwe Omer Cîmşît bi cih kir. Li şûna Hevşaredarên Hewengê Zeynel Taş û Fatma Dogan jî dewleta Tirk qeymeqamê xwe Zekeriya Goker weke qeyûm bi cih kir.

Qeyûmên rejîma AKP'ê, danê sibehê bi maşînên zirxî hatin avahiya şaredariyan.