2 HDP'yî yên ku hatine destgîrkirin agahî ji wan nayê

Agahî ji Endamê Meclîsa Ciwanan ê HDP'ê Nûrûllah Uzgun û Ilyas ê ku paşnavê wî diyar nebûyî nayê standin, ku herdu  ji  Wanê çûbûne Agiriyê.

Agahî ji Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Nûrûllah Uzgun û endamê partiyê yê bi navê Îlyas , ku paşnavê wî nayê zanîn naye, ku herdu  ji Wanê diçûn Agiriyê.

Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Nûrûllah Uzgun û endamê partiyê yê bi navê Îlyas ku paşnavê wî nayê zanîn, duh bi otobusa nav bajaran ji Wanê diçûn Agiriyê. Lê heval û malbatên wan agahiyê ji wan nagirin. 

Diyar bû ku Îlyas li nuqteya polisan a navçeya Erdîşê ya Wanê û Nûrûllah jî li nuqteya polisan a li navçeya Xamûrê ya Agiriyê ji otobusa li siwar bûne hatine peyakirin. Li gel hin hewldanan jî nayê zanîn ku Îlyas û Nûrûllah birine kûderê.