2 ciwanên Êzidî ji Duhokê meşiyan Şengalê

2 ciwanên Êzidî yên bi navê Zêdan Elî Hesen û Ednan Cirdo Îbrahîm bi pêyan ji Kampa Şariya ya Duhokê hatin Şengalê.

Ji Kampa Şariya ya Duhokê 2 ciwanên Êzidî yên bi navê Zêdan Elî Hesen û Ednan Cirdo Îbrahîm ku ji xelkê herema Solax û komalgeha Girzerik in û niha li Kampa Şariya ya Duhokê dijîn, ji ber şehîdên komkujiya Koço ev sê roj in bi pêyan dimeşin û berê xwe dan Koço.

Navbera Kampa Şariya û gundê Koço nêzî 200 kîlometre ye.  

Duh bi Şev herdu ciwan gihiştin navçeya Sinûnê û ji aliyê fermandariya Asayîşa Êzidxanê Zinar Feqîr û bi sedan xelkê Sinûnê ve hatine pêşwazîkirin.

Feqîr di pêşwaziya wan de got, “We moralek mezin da me. Em bi we serbilind in. Hatina we ya ji Kampa Şariya û heta Sinûnê, her gaveke we ji bo me Asayîşa Êzidxanê cihê serbilindiyê ye.”

Feqîr diyar kir ciwan ji bo bigihêjin merasîma salvegera 9’emîn a Komkujiya Koçoyê, wê ciwanan biparêzin.