'192 rojnamevanên girtî divê tavilê bên berdan'

Însiyatîfa Rojnamevanên Azad li ser meha Hezîranê raporek weşand û diyar kir ku 192 rojnamevan girtî ne. Însiyatîfê xwest hemû rojnamevan û nûçegihanên girtî werin berdan.

Di rapora Însiyatîfa Rojnamevanên Azad de işaret bi zext û zordariya di dema kampanya hilbijartinê de li çapemeniya mûxalîf hate kirin.

ORGANÊN WEŞANÊ YÊN DESTHILATDARIYÊ

Di rapora însiyatîfê de hate gotin, "Di serî de Ajansa Anadolû (AA) û TRT ku bi baca gel hatine damezrandin û weşanê dikin li şûna ku bi wekhevî nêzî hemû partiyan bibe wek berdevkên partiya desthilatdar tevgeriyan. Wekî din, hem ji bo diyarkirina encamên hilbijartinê tenê AA wek peywirdar kar kir û hem jî bi weşana xwe manûpilasyoneke bê hesab pêk anî."

Însiyatîfê ragihand ku medya alîgirê desthilatdariyê, êrîşên li dijî mûxalefetê berevajî nîşan da û ev tespît kir: "Di serdema kampanyeya hilbijartinê de saziyên weşanê yên wek berdevkê hikumetê xwe peywirdar kirin tenê li dijî muxalefetê bêdadiya weşanê nekirin; wan di êrîşên bi ser muxalefetê de jî alîgiriya dewlet û hikûmetê kirin û êrîşkaran bi weşanên xwe yên berevajî parastin. Bi van kirinên xwe zagonên pîşeyî yên weşangiriyê serûbin kirin. Di bûyera Pirsûsê de ku malbata Şenyaşar ji aliyê Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê û malbata wî ve bû hedefa êrîşê û ji malbata Şenyaşar 3 kes hatibûn kuştin. Ji kuştiyan 2 jê li nexweşxaneyê bi rengeke hov ji aliyê alîgirên vê malbatê ve hatin lînçkirin. Li gel ku Tipa Edlî got, 'Ev kes bi çek û alavên birînê hatine kuştin' jî AA, TRT û çapameniya din a alîgir bûyerê an nedîtin an jî berevajî kirin û kujer parastin. Li gel ku dîmenên vê qirkirinê derket jî ev dîmen ji aliyê van sazî û dezgehên 'çapameniya' yekalî ya berdevkê AKP’ê ve hat birîn û xwestin gel bi dîmenên birandî, berevajî enforme bikin."

Însiyatîfê ragihand, ku ji bo raya giştî ji vê dezenformasyonê û xapandinê xwe rizgar bike yekane rê ev e ku di her şert û mercî de xwedî li pîvanên çapemeniya azad derkevin.

RAPORA HEZÎRANÊ

Li gorî raporê, meha Hezîranê ji bo rojnamevan û nûçegihanan li Tirkiyeyê wiha derbas bû:

"192 rojnamevan/nûçegihan girtî ne. 2 nûçegihan hatin destgîrkirin, 2 jî hatin girtin. 33 heb tên darizandin. Li yekî 1041 roj cezayê pere hate birîn. Doz li 7 rojnamevanan hate vekirin. 3 rojnamevan/nûçegihan piştî darizandinê beraat kirin. Polîsan avêtin ser buroyeke çapemeniyê û bi saetan lê lêgerîn kirin."

Însiyatîfa Rojnamevanên Azad xwest, 19 rojnamevan/nûçegihanên girtî ku 70 endamên wan jî di nav de ne, tavilê bên berdan.