19'ê Kanûnê: Wê rojê jî li dijî tecrîdê bexwedan hebû, îro jî!

Beriya niha bi 18 salan li girtîgehên Tirkiyeyê komkujî hate kirin. Ji şahidên komkujiyan Nacî Tanrikûlû got, "Wê wextê jî li dijî tecrîdê berxwedan hebû, îro jî."

20'ê Cotmeha 2000'î, li dijî biryara dewleta Tirk ku xwest Sîstema Girtîgehên Tîpa F bixe meriyetê, girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kiribûn.

Greva birçîbûnê piştî roja 45'an veguherî rojiya mirinê. Dema bû 19'ê Kanûnê, dewletê bi hevdemî êrîş bir ser 20 girtîgehan. Di encamê de 32 girtî mirin, bi sedan jî birîndar bûn. Ev komkujî bi destê 10 hezar polîs û leşkeran hate kirin û navê "Operasyona vegera li jiyanê" lê hate kirin.

Nacî Tanrikûlû di dema êrîşê de wê wextê li Girtîgeha Umraniyeyê bû. Şahidê komkujiyê Tanrikûlû ji ANF'ê re qala wê wextê kir.

'KOMKUJÎ JI BO TEPISANDINA CIVAKÊ BÛ'

Tanrikûlû bi bîr xist ku di dema komkujiyê de krîzên aborî û siyasî hebû û got, hikumetê bi êrîşa li dijî mûxalîfan re xwest vê krîzê ji ser xwe biavêje.

Tanrikûlû bi dewamî got, "Ev komkujî encama polîtîkaya dewletê ya ji bo bêdengkirina civakê bû. Girtîgehên ku navê Tîpa F lê tê kirin, sala 1999'an hatibûn çêkirin. Dema êrîşa li dijî zindanan ji aliyê rayedarên hikumetê ve weke hîmekî çareserkirina hemû pirsgirêkên siyasî dihate dîtin. Di çarçoveya vê polîtîkayê de dixwestin hemû mûxalîfan bixin zindanê û li wir bieciqînin."

Tanrikûlû anî ziman, girtîgeh yek ji deverên sereke ne ku şerê îradeyê bi tundî lê tê kirin û got, dewlet timî dixwaze vê qadê biqedîne.

Di dewama axaftina xwe de Tanrikûlû got, "Dema ku mirov rewşa niha jî dinirxîne, weke wê çaxê ye. Dema ku mijar 'paşeroja dewletê' be, ji bo wan cudahiya siyasî ne girîng e. Lewma komkujiya 19'ê Kanûnê bi aqlê serdest ê dewletê hate kirin. Beriya êrîşê, girtîgehên Tîpa F ji xwe hatibûn amadekirin. Li dijî vê yekê jî li girtîgehan berxwedanê dest pê kir. Ev berxwedan bi giranî ji aliyê rêxistinên çep ên Tirk hatibû destpêkirin. Ewilî bi greva birçîbûnê dest pê kir. Piştî roja 45'an veguherî rojiya mirinê."

'BI SAXÎ ŞEWITANDIN'

Tanrikûlû anî ziman, beriya êrîşê di navbera rêxistinên siyasî û dewletê de hevdîtin hatin kirin, lê belê dewlet bi biryar bû ku girtîgehên Tîpa F bixe meriyetê.

Tanrikûlû got, "Hevdîtin hinekî sembolîk bûn. 17'ê Kanûnê dewletê got ku dest ji biryara xw eberdaye û bi vî rengî hewl da polîtîkaya mijûlkirinê bimeşîne. Sibeha 19'ê Kanûnê hate dîtin ku ew atmosfera nerm a ku dewletê dixwest biafirîne, qet ne cihê baweriyê ye. Bi hors û makîneyên kar li 20 girtîgehan dest bi êrîşê kirin. Piştre jî dest bi şewitandinê kirin. Gotina 'Bi saxî şewitandin' her tiştî radixe pêş çavan."

'BERXWEDAN NIHA JÎ HEYE; HELWESTA CIVAKÊ WÊ DIYARKER BE'

Tanrikûlû li ser çalakiyên greva birçîbûnê yên heyî jî diyar kir ku daxwazên tên kirin wê wextê jî niha jî weke hev in.

Tanrikûlû got, "Wê rojê jî li dijî tecrîdê berxwedan hebû, niha jî" û wiha dewam kir: "Niha daxwaza rakirina tecrîdê tê kirin. Ji bo vê daxwazê jî berxwedanek heye... Helwesta civakê wê vê pêvajoyê û encama wê diyar bike. Em îro li ser tecrîdê diaxivin û li girtîgehan jî çalakiyeke xurt li dijî vê heye. Xuya ye di vê mijarê de ya esasî helwesta civakê ye."