15'ê Tebaxê li Binarê Qendîlê bi şahiyekê hate pîrozkirin

Salvegera 39'an a Pêngava 15'ê Tebaxê li Binarê Qendîlê bi şahiyekê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de soza bilindkirina têkoşînê hate dayin.

Bi wesîleya salvegera 39'an a Pêngava 15'ê Tebaxê ku di nava gelê Kurd de weke 'Cejna Vejînê' tê pênasekirin, li Binarê Qendîlê li gundê Kaskanê doh bi şev şahiyek hate lidarxistin.

Beriya ku şahî destpê bike, hevseroka Şaredariya Binarê Qendîlê Serwîn Celal axaftinek kir û got; “Şehîd Egîd bi teqandina guleya yekem ya dijî dewleta Tirk a dagirker, şoreşa gelê Kurd gihand qonaxek din û heya niha jî agirê guleya yekem geş dibe. Îro Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi ruhê 15’ê Tebaxê li ber dagirkeriyê radibin. Heya armancên şehîdan pêk werin û Kurdistanê azad bikin, em ê xebat û têkoşîna şehîd Egîd û hemû şehîdan dewam bikin.”

Piştre li ser navê Ciwanên Welatparêz jî daxuyaniyek ji aliyê Ramîn Ehmed ve hate xwendin û hate gotin; “Em ê weke Ciwanên Welatparêz li Binarê Qendîlê têkoşîna xwe dewam bikin.

Şahî bi bilindkirina dirûşmeyên ‘Bijî Rêber Apo’ û ‘Jin, Jiyan Azadî’ û gerandina govendê bi dawî bû.