12 aktîvîst li Rojhilatê Kurdistanê hatin destgîrkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê di nava hefteyekê de 12 aktîvîst û hawirdorparêz hatin destgîrkirin.

Li bajarên Sine, Kameran û Banê yên Rojhilatê Kurdistanê, di nava hefteyekê de 12 aktîvîst û hawirdorparêz htin destgîrkirin.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand, 12 kesên bi hincetên nediyar hatine destgîrkirin, birine Girtîgeha Îdarî ya Îtlaatê ya li Sinê.

'BI LÊDANÊ HATIN DESTGÎRKIRIN'

Berdevkê Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê Kawa Kirmaşan diyar kir, zextên rejîma Îranê yên li dijî hawirdorparêzan zêde bûne û 12 kes di dema destgîrkirinê de kîsikên reş xistine serê wan. Kirmanşan anî ziman, 12 kes bi lêdanê hatine destgîrkirin, bi rojane agahî ji wan nayê girtin û destûr nayê dayin ku parêzer û malbatên xwe bibînin.

KESÊN HATINE DESTGÎRKIRIN

Kesên hatin destgîrkirin: Armanc Qurbani, Bextiyar Kemanger, Mehdi Kani Sori,  Barzan Babekiri, Zanyar Zemiran,  Ferhad Mihemed, Fazil Qeytasi, Reza Esedi, Hadi Kemalger, Raşid Munteziri, Îsa Feyzi û Hisên Kemanger.