11 partiyên siyasî: Sererastkirina înfazê weke cezayê darvekirinê ye!

Partiyên siyasî bal kişandin ku sererastkirina înfazê ya cihêkar weke cezayê darvekirinê ye û got: “Jiyana girtiyan tine tê hesibandin.”

HDP, DBP jî di nav de gelek partiyên siyasî daxuyaniyek hevpar dan û gotin: “Di qanûna înfazê de wekheviyê dixwazinin. Bang dikin ku dengê edaletê bilind bikin.”

JI BER NEBÛNA AMÛRÊN PÊWÎST Û MERCÊN GIRTÎGEHÊ BELABÛNA ŞEWBÊ HEYE

Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku li gorî 2020’ê li 355 girtîgehan bi giştî 282 hezar û 703 girtî û rêjeya li girtîgehan di dîroka Tirkiyeyê de bi qasî niha tije nebûye. Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Ji ber bi qasî pêwsît nebûna pêwîstiyên xwarin-vexwarin, germahî, derketina ber hewayê, ji tîrêjên rojê têhn gitin, nebûna personelên pêwîst yên tenduristî, nebûna muaîne, dîsa amûrên paqijî û ava germ, nêzîkatiyên xirab dike ku xeteriya belavbûna şewbê li girtîgehan belav bibe.

‘JIYANA GIRTÎ Û MUXALÎFAN TINE TÊ HESIBANDIN’

Partiyên siyasî bibîr xist ku li girtîgehan mafê tenduristî û jiyana girtî û hikûmxwariyan di bin ewlekariya desthilatê û dewletê de ye û got: “Lê bi vê sererastkirina înfazê re derket holê ku Bloka AKP-MHP’ê di warê tenduristî û jiyanê de tenê yên nêzî xwe difikire. Ji derveyî xwe mafê jiyan û tenduristiyê bi vekirî binpê dike. Ev desthilat cihêkar e. Desthilat jiyana kesên muxalîf tine dihesibîne.”

Di dewama daxuyaniyê de bal kişand ku ev sererastkirina înfazê bi qanûnî bibe wê di nava civakê de rê li ber birînên nû veke û ji bo girtiyên li girtîgehan weke cezayê darvekirinê be.

‘DENGÊ EDALETÊ BILIND BIKIN’

Herî dawî partiyên siyasî bang li rêxistinên hiqûqê û mafê mirovan, saziyan, partiyên siyasî yên muxalîf, hemû beşên mûxalîf ên civakê, sendîka, komele, rêxistinên pîşeyî û hemû kesên xwedî wijdan kir ku li dijî vê sererastkirina înfazê û desthilata cihkar a nêzîkartiya dij mirovahiyê dengê edaletê bilind bikin.

NAVÊ PARTIYAN

Partiyên ku navê xwe li binê daxuyaniyê danî wihan e:

“Partiya Herêmên Demokratîk

Partiya Şoreşê

Partiya Kedê ‘EMEP’

Partiya Sosyalîstên Hejar (ESP)

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)

SODAP

Partiya Çep

Partiya Ji Nû Ve Avabûna a Soyalîst

Partiya Karkar a Tirkiyeyê

Partiya Komunîst a Tirkiye

Partiya Çep a Kesk”