1’emin Festivala Şehîdên Zergelê li Binarê Qendîlê destpê kir

1’emîn Festîvala Şehîdên Zergelê li Binarê Qendîl destpê kir û wê ev festival heta 1’ê Tebaxê bi şahiya xelat dayînê bidawî bibe.

Festîval ji aliyê Şaredariya Binêrê Qendîl ve hatiye rêxistin kirin. Diruşmeya festîvalê “Şehîd duh, îro pêşeroja me ne.” Armanca festîvalê bibîr anîna Şehîdên Zergelê û tevahî şehîdên Qendilê ye. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, şehîdên Zergelê, wêneyê şehîd Viyan Soran, Şehîd Sîmko Serhildan, şehîd Destîna Qendîl, Şehîd Botan Germiyan û Şehîd Aram Xalebaziya hatin daleqandin.

Endamê komiteya amadekar ya festivalê Îbrahîm diyar kir ku ev festival dibin navê Şehîdê Zergelê li Binarê Qendîlê têdarxistin û wiha got: “Armanca festîvala me bîranîna ŞehîdênZergelê û tevahî şehîdên Qendilê ye. Wê ev festivala me heta 1 Tebaxê bi dayîn axelat û şahiyekê ve bi dawî bibe.”

Îbrahîm destnîşan kir ku di festivalê de gelek cûrên  sporê hene û wiha rêz kir: “Fotbool, voleyvol, rim, meretona 100 metre, meretona dirêj û gule avêtin. Her wiha 38 tîmên footbol, 12 tîmên voleyvolê wê di festivale de bilîzin. Her roj wê 2 tîm bilîzin. Di dawiya festîvalê de tîmên ku bi serketine  wê werin xelat kirin.”

Îro tîmên bi navê Sernews û Zeng lîstin. Tîma Zeng 4 be 2 got ji Tîma Sernewsê bir, bi vî rengî Tîma Zeng bi 4 golan bi ser ket. Wê sibehê jî 4 tîm bilîzin.

Wê ev festival heta 1’ê Tebaxê bidome. Di 1’ê Tebaxê de wê şahiyek were lidar xistin, axaftin were kirin û tîmên ku di festîvalê de bi ser ketine jî werin xelatkirin.

Hêjayê gotinê ye 8 welatiyên Binarê Qendil 1’ê Tebaxa 2015’an di encama bombebarana balefirên şer ên dewleta dagirker a Tirk de hatibûn qetilkirin.