1’ê Gulanê li Hewlêr û Xaneqînê hat pîrozkirin

Di meşên 1’ê Gulanê yên li Hewlêr û Xaneqînê de bal kişandin ser têkoşînê û xwestin şert û mercên xebatê bên sererast kirin.

1’ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniyê li Başûrê Kurdistanê jî tê pîrozkirin. Bi boneya 1’ê Gulanê li Hewlêr û Xaneqînê çalakî hatin lidarxistin.

XANEQÎN

Komîteya Xaneqînê ya Hizba Komunîst a Kurdistanê bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê, li Xaneqînê meşek lidarxist. Meş li ber derê baregeha Hizba Komunîst destpêkir û heya nav bazarê dewam kir.

Li ser navê meşvanan daxuyaniyek ji aliyê Edalet Ehmed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em hemû dibînin hikumetên sermayedar ên di şeklê neo lîberalîzmê de li ser hesabê berjewendiyên piraniya welatiyan û karkeran, bûne parêzvanên berjewendiyên şirket û kapitalîstan. Kedkark û karkerên Kurdistanê ji kedkar û karkerên herêmên din ne cuda ne. Zilm û zordariya li ser jinan zêde bûye, xirabiya rewşa karkeran bûye sedema belavbûna madeyên hişber. Divê derfetên kar werin avakirin, rewşa karkeran were başkirin, tedbîrên xweparastinê li cihên kar werin zêdekirin. Cûdahiya di navbera jin û zilaman de nemîne, mûçe were mîsogerkirin.”

HEWLÊR

Li bajarê Hewlêrê bi pêşengiya Lijneya Karê Hevbeş ya Çep a Kurdistanê, bi boneya 1’ê Gulanê li ber derê Sendîkaya Karkeran heya ber derê avahiya walitiya Hewlêrê meşek hate lidarxistin. Piştî girse gihişt ber derê walitiyê daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn.

Sekreterê Hizba Zehmetkêşan ya Kurdistanê Belên Ebdula daxwaznameya hevbeş ya lijneyê xwend. Di daxwaznameyê de hate gotin: “Îro karker li seranserê cîhanê peyamên têkoşîna dijî sîstema sermayedar didin. Rewşa karkerên Kurdistanê ji ya karkerên cîhanê ne cûdaye, bêkarî, kêmbûna mûçe, nebûna mafê bingehîn ên karkeran zêde dibin. Zilma li ser jinan zêde bûye, ev jî hemû di çarçoveya xirabkirina jîngeha kar de çêdibe.”

Di daxwaznameyê de, ev daxwaz ji raya giştî û aliyên peywendîdar hate kirin:

"Nehiştina bêkarî û avakirina derfetên kar. Kar û debara karkeran were mîsogerkirin. Pêşwazîkirina selametiya karkeran. Tedbîrên xweparastinê li cihên kar û berpirsyartiya hikumet û kompanyayan. Nehiştina cûdahiya di navbera jin û zilam de. Mûçe dema xwe de were belavkirin. Pêşwazîkirina mafê karkerên jin û rêgirtina li karkirina karkerên zarok. Karkirina sendikaya karkeran û rêxistinkirina karkeran. Sindoqa xanenişîn were aktîfkirin. Li Herêma Kurdisatnê yasaya kar a nû were derxistin û yasayên ku ne li gorî rûmeta karkeran e, werin guhertin. Parastina jîngeha Kurdistanê berpirsyartiya hikumetê ye."