'Hebûna jinê li cihekî hebe zîhniyet, serwextbûn û nêrîna jiyanê tê guhertin'

‘’Dema ku hebûna jinê li ciheke hebe, bi demê re zêhinyet jî tê guhertîn, bi demê re serwextbûna jiyanê jî tê guhertîn, bi demê re nêrîna li jiyanê jî tê guhertin. Wê demê felsefeya jiyaneke azad jî derdikeve pêş.”

Di navbera 2 û 6 ê Îlona 2017’an de 8. Civata Giştî ya KJK’ê hat lidarxistin. Hevseroka PJAK’ ê Zîlan Vejîn bi delegetî tevlî civatê bû. Zîlan Vejîn ji bo ajansa me nirxandina civatê kir. Di axaftina xwe de bi taybet giringiya civatê ji bo jinên Rojhilatî tê çi wateyê anî ser ziman. Pergala hevserokatî ji bo demokratîk bûyîna  Rojhilat û Îran wek mijareke jênevegere nirxand. Û rola KJAR’ê vegot. Zîlan Vejîn wiha dest bi axaftina xwe kir:

‘HER KU DIÇE ŞER GURTIR Û DIJWARTIR DIBE’

“Di serî de em civata 8’emîn a KJK’ê li Rêber APO pîroz dikin. Her wiha di keseyeta jina Kurd ya îro de û bi pêşengiya têkoşîna azadiya jinê re derfet û deskeftiyên mezin ji bo hemû jinên cîhanê hatin avakirin. Di keseyeta jina Kurd de em li hemû jina pîroz dikin. Her wiha li hemû jinên ku di vê rêya têkoşîna azadiyê de, ji bo jinan canê xwe feda dikin û niha jî di çeperên şer ên herî pêş de têkoşînê dimeşînin û şer dikin, pîroz dikim. Hemû şehîdên şoreşê bibîr tînim û bejna xwe li hember wan ditewînim. Li hemû zarokên Kurdan ên di van salên dawiyê de di şer de jiyana xwe ji dest dan, hatin qetilkirin, revadin û ji dayîkên xwe, bavên xwe hatin dûr xistin em li wan jî pîroz dikin. Di keseyeta wan de em dibêjin ku wê siberojeke azad a ji bo civaka Kurd, zarokên Kurd û jina Kurd were bidestxistin.

Di civata 8’emîn a KJK’ê de mijarên giring hatin nîqaşkirin. Hem di warê siyasî de û hem jî qeyranên ku di nava van şeran de diqewime di vê civatê de hatin nîqaşkirin. Ji ber ku em dibêjîn ev serdem wê bibe çarenûsa jina Kurd, gelê Kurd, civaka Kurd, ji bo bikaribin têkoşîneke rast, siyasetek rast bidin meşandin. Jin divê di siyaset û felsefeya Rêber APO de, ya ji bo bîrdoziya jinê xwe xurt bikin. Di feraseta Netewa Demokratîk de jin divê bikaribe xwe ava bike û civakek demokratik ava bike. Niha em di nava şerekî cîhanê yê seyemîn de derbas dibin. Her roja ku diçe şer gurtir û dijwartir dibe, berfireh û Kurdistanî dibe. Hemû Kurdistan jî girtiye nava xwe. Gelê Kurd jî bi pêşengî cihê xwe di nava vî şerî de digire. Ne tenê gelê Kurd, civaka Kurd û jina Kurd diparêze, hemû jinên Rojhilata Navîn jî diparêze.

 ‘ÇAVÊ JINÊN ROJHILAT JÎ LI SER TEVGERA AZADIYÊ YE’

Vejîn di axaftina xwe de li hember pergala moderniteya kapitalistî têkoşîna ji bo moderniteya demokratîk nirxand. Û da diyar kir ku di Vê  mijarê de bi taybet çavên jinên Rojhilatê Kurdistanê Li ser Tevgera azadiya gelê Kurd e. Vejîn wiha berdewam kir;

“Di vî şerî de du pergal li hember hevdu şer dikin. Pergala moderniteya kaptalîst û moderniteya demokratîk  weke du xetan pêş ve diçin û di nava têkoşînekê de ne. Di vê sedsala dawiyê de em dikarin bêjin ku  pergalek hat avakirin. Bi taybetî di vê cîvata me de jî hat nîqaşkirin. Pergala modernîteya kapîtalîst bi xwe re qeyran anîn, dagîrkerî ne wekhevîyekê li ser cîvakê ferz dike, bê edaletî û bê huqûqiyê li ser jinê ferz dîke. Li hember vê modeleke demokratik a serwextbûna zêhniyeteke demokratîk ava dike, tê afirandin. Di vê mijarê de  nîqaşên berfireh hatin kirin. Weke jinên Kurd ku ev sîh sal e em tedikoşin, em dibêjin ku me pir destkeftîyên mezin di tekoşîna azadiyê de bidest xistine. Di heman demê de di roja me ya îro de jî em tekoşîna xwe, bi şerê  de her warî de didin meşandin.

Di warê rexistinkirina cîvakê de jî derfetên pir mezin hatin avakirin. Derfeta herî zêde ya ber bi çav jî ev e; di nav xwe de avakirina pergala demokratîk. Bi taybet em niha dibînîn di hemû pergalên cîhanê de jî pir pergal ava bûn. Bi taybet cihên weke Rojhilatê Kurdistanê di cîvatê de hatin niqaşkirin. Li tevahiya cîhanê jî, li Rojhilata Navîn jî wekê pergala Îranê , wekê rejîma faşist a dagirker em dibêjin xwe li ser civaka me, li ser jina Kurd ferz dike. Li hember vê avakirina pergaleke demokratîk ji bo me şert e û li ser me ferz e. Ji ber ku îro jinên Rojhilatê Kurdistanê jî çavên wan li ser tevgera azadiya gelê Kurd e, li ser tevgera  azadiya jina Kurd e. Ji bo ku bikaribe di nav vê pergalê de pergala xwe ya nû ava bike , di nav vê pergalê de bikaribe xwe rexistin bike, xwe perwerde bike , bigîhîje asta zanistiyê. Hem demokratîk hem sosyalîst hem jî em bêjin bi îradeya xwe, xwe beşdar bike. Di salên dûr û dirêj de jinê pergaleke demokratîk ava kir. Bi taybet di warê hevbeşbûn, îradeya hevbeş, temsîla hevbeş de li hemû qadan di hemû sazîyan de bi şewazekî hevbeş tevlîbûn da çêkirin. Ji bo ku ev pergal were avakirin, jina Kurd taybet bi tevgera jina Kurd tekoşînekê hîn berfireh da.”

 ‘TEMSÎLIYETA HEVBEŞ FELSEFEYA JIYANEKE AZAD DERDIXE PÊŞ’

Vejîn behsa pergala konfederal a KJK’ ê kir û giringiya temsila hevbeş ani ser ziman.  Di milê gelan de dewlemendbûna Îran’ê bi bir anî.  Got, encax bi pergala serokatî dikarin li Îra’ê ev dewlemendî were watedarkirin. Vejîn wiha pê de çû:

 “Di serî de weke partî ava bûn û paşê pergala ku em niha behs dikin, pergala KJK’ê ya konfederal a ku bê ferq û cûdatîyê bixe nav ayîn, mezhep û netewan de, hemû pergalan digire nava xwe, hat avakirin. Dema em behsa pergala hevbeş dikin, em tenê behsa zayendê nakin. Weke jin û mêr nakin. Ji pergalên cîhanê bi taybet em behsa Îranê bikin, di van pevajoyên dawî de jî em dibînîn ku di hilbijartinên çêbûn de tu maf û îradeya jinê ya beşdar bibe tinebû, weke nêrîna xwe bîne ser ziman, bixwe biryara xwe bigre û bixwe ji bo derheqê xwe de biryar bide. Pergalên di roja me ya îro de jî hene, jin tê de cîhê xwe digrin, di hinek cîhên biryargirtinê de jî hene. Li hinek cihan di asta herî jor de beşdarî kar û xebatan dibin. Lê belê bi hişmendî û serwextbûna pergala kapîtalîst beşdarbûnekê dide çêkirin. Lê belê îro bi pergala KJK’ê taybet bi nûnertiya hevbeş ketina nav pergaleke Serokatî,  nû ye û modeleke alternatîf a karibe hişmendiya cîvakê biguherînê ye. Di vî warî de jî hevserokatiyê di hemû xebatên xwe de esas digre. Di hemû sazî û xebatên xwe de temsîla hevbeş ji bo wê esas e, weke pîvaneke jêneger e, her tim li ser vê biryarê israr dike û di oxira wê de tekoşîn dike, bedelên pir mezin jî da ye.

Di heman demê de kêleka wê dema em behs dikin temsîla hevbeş ne tenê wekê zayenda jin û mêr e. Di her pergalê de li her welatekî, li her axekê pir gelên cuda dijîn. Bi taybet Îran ; welatekî ku pirr gelên cuda, ayînên cuda lê dijîn e, pirrengiyek lê heye. Heger em behsa tekoşîna pergaleke demokratîk dikin, ji bo wê tekoşîn dikin, vê pergala demokratîk ava dikin, hingî hemû jin divê bikaribin di vê pergalê de cih bigrin. Hemû gel, hemû netew bikaribin tê de cih bigrin. Ev Fars, Ecem, Azerî, Ereb dibe û bi taybet Kurd dibe; bikaribin bi iradeyeke hevbeş tevlî bibin. Ji ber ku dema em behsa pergaleke demokratîk dikin; yek jin û mêr bikaribe hevbeş temsîliyet bike; ya duyemîn jî hemû cudahiyên ku li cîhanê hene bi temsîliyeta hevbeş , bi iradeya xwe bikaribin beşdar bibin û vê esas bigirin.

Ev di civata me ya giştî a KJK’ê de pir bi berfirehî hat nîqaşkirin. Bi rastî di salên derbasbûyî de jî pir caran hilbijartin li ser kotayê pêk dihatin. Em bêjin kotayeke ku ji sedî 40 bû, ji sedî 20 jî weke dayîna raya serbest hatibû çêkirin. Lê belê tevgera jina Kurd jî gihiştiye wê astê ku ev têr nake, asta pêwîst dike ew e ku di serwextbûn û zêhinyetê de divê şêwazê felsefeya jiyanê bê guhertin. Ne tenê li ser koteyek, li ser temsîla hevbeş bikaribe hebûna xwe bide avakirin.  Dema ku hebûna jinê li ciheke hebe, bi demê re zêhinyet jî tê guhertîn, bi demê re serwextbûna jiyanê jî tê guhertîn, bi demê re nêrîna li jiyanê jî tê guhertin. Wê demê felsefeya jiyaneke azad jî derdikeve pêş.”

 ‘LI KURDISTANÊ BI DEHAN JIN DI ÇEPERÊN ŞER DE CANÊ XWE FEDA DIKIN’

Vejîn giringiya berxwedana jinên Rojihilatê Kurdistanê bi bir anî ûgot bi pergala KJK’ê û KJAR’ê jin dikarin têkoşîna xwe bilindtir bikin û wiha berdewam kir;

“Tevgera jina Kurd pêşengî ji hemû jinan re dike û li cîhanê modeleke nû ye. Bi pergala xwe ya parastinê, îdeolojî, partiyê û pergala jinên ciwan re jî ev modeleke ji bo me, jinê Rojhilatê Kurdistanê ye. Li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengtiya  KJR’ê jî dikarin vê pergalê bi hişmendiyeke hevbeş bidin meşandin. Dikarin hemû kar û xebatên xwe yên giştî jî bi îradeyeke hevbeş bidin avakirin. Wê demê wê îradeya jina Kurd a li Rojhilatê Kurdistanê jî derkeve holê. Ji ber ku ewqasî berxwedanî, têkoşîn heye, bi dehan girtiyên jinan niha li zindanan berxwedaniyê dimeşînin. Dîsa em dikarin bejin ku li Kurdisatanê û Rojhilatê Kurdistanê bi dehan jin di çeperên şer de têdikoşin û canê xwe feda dikin.

‘’BI KJK Û KJARÊ LI ROJHILAT MODELEKE NÛ AVA DIBE’’

 Bi pergala KJK’ê û KJAR’ê re jî li Rojhilatê Kurdistanê, bi vê temsilê bi, vê sistemê, bi vê  ferasetê wê bikaribe xebabên xwe bimeşînin. KJAR jî dikare li Rojhilatê Kurdistanê pergala xwe ya hevserokatiyê ava bike, modeleke ji bo hemû Rojhilatê Kurdistanê û jinên Îranê bi vî awayî dikare ava bike. Di vê çarçoveyê de heya astekê xebatek hatiye meşandin. Lê belê biryarên ku di civaka giştî ya KJK’ê de ji bo Rojhilatê Kurdistanê û ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê jî hatin girtin, ji bo me jî pir giring bûn. Bi taybet biryarên weke bi pêşengtiya jina Kurd meşandina têkoşîneke hevbeş. Têkoşîneke bikaribe azadiya jina Kurd bigre dest, di heman demê de bi vê tekoşînê hemû jinên îranî hembêz bike, hevbeşbûnê ava bike, yêkitiyê ava bike. Yêkitiyeke bi vî rengî wê ber bi pergaleke demokratîk ve bibe. Ji bo vê yeke jî, di vê xalê de ya herî girîng ew e ku jinên Îranê werin rêxistinkirin û bi wan re hevbeşbûn were avakirin.

Xaleke din a ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê girîng û ji bo hemû jinan jî derbasdar xwe rêxistinkirin, perwerdekirin û pergala xwe avakirin e. Ji bo vê yekê, eger ev çêbibe jinên Rojhilatê Kurdistanê jî wê bi vîna xwe bi tekoşîna xwe asta têkoşînê bilind bikin û hemû jinan jî hembêz bikin. Ji bo hemû pirsgirêkên jina Rojhilatê Kurdistanê wê bibin hêza çareseriyê. Dîsa em vê civata giştî ya KJK’ê bi taybet li hemû jinên Rojhilatan Navîn û yên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide, yên ku di her nefesa xwe de û di her deqiqeya jiyana xwe de wê hîs dikin, hemû jinên tekoşîn dikin, hîs dikin em li wan pîroz dikin. Em di wê hêviyê de ne ku tekoşîna jina Kurd bi tekoşîna azadiya jinên Rojhilatê Kurdistanê were tacîdarkirin û bigİhêje serkeftinê û hemû desthilatdariyê, dagirkeriyê û pergala sêdarekirina Îranê jî bidawî bike.”