Yûsif: Ji bo serketinê rêxistinî û hêz divê

Hevseroka Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif diyar kir, şerê li Rojhilata Navîn wê dewam bike û ev pêvajo wê ji bo jinê û gelan bibe pêvajoyeke parastinê. Yûsif got, "Ji bo serketinê rêxistinî û hêz divê."

Hevseroka Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif, ku beşdarî komxebata 'Jin û Parastin'ê ya li Kobanê bû, ji ANF'ê re qala girîngiya vê komxebatê kir. Yûsif 4. salvegera damezrandina YPJ'ê jî pîroz kir.

Foza Yûsif ku bi kincên YPJ'ê tevlî komxebatê bû got, "Serxistina vê têkoşînê berpirsyariya me ya li pêşberî şehîdan e. Em çiqasî ji aliyê madî û manewî ve YPJ'ê û rêxistinên parastina jinê yên li her derê xurt bikin, em ê ewqasî jî asta xwe ya têkoşînê bilindtir bikin."

'ŞER HERÎ ZÊDE BANDORÊ LI JIN Û ZAROKAN DIKE'

Yûsif bibîr xist, ku li Rojhilata Navîn şerekî gelekî giran heye û anî ziman, ev şer ji aliyê neyînî ve herî zêde bandorê li jin û zarokan dike. Yûsif got, "Civak ji aliylê sîstem û hêzên serdest ve timî bêparastin tên hiştin. Lê herî zêde jin û zarok bê parastin tên hiştin. Ji ber vê yekê jî êşa herî giran a şer, jin û zarok dikişînin." Yûsif destnîşan kir, civakek dixwaze xwe biparêze divê beriya her tiştî sîstema parastinê ya jinan ava bike, naxwe wê zexta qirkirinê her tim lê bê kirin.

Foza Yûsif destnîşan kir, di nava van şert û mercên şer de jin çiqasî xwe ji aliyê parastinê ve zane û bi rêxistin bike û rahêje çekê, wê ewqasî şensê xwe yê azadiyê zêde bike.

Yûsif wiha dewam kir: "Weke gelê Kurd, polîtîkayên giran ên qirkirinê hê li ser me tên ferzkirin. Û ev xeterî hê ji holê ranebûye. Ji ber vê yekê em çiqasî hişmendî û rêxistinbûna xwe ya parastinê xurt bikin, çiqasî xwe bigihînin rastiya gelê şervan, em ê ewqasî karibin xwe biparêzin û azadiya xwe misoger bikin."

'TRAJEDIYA ŞENGALÊ MÎNAKA HERÎ GIRÎNG E'

Hevseroka Federasyonê Foza Yûsif ragihand, pêwîstî pê heye ku jinên Kurd xwe bigihînin asta rastiya jinên şervan û anî ziman, eger ev neyê kirin, wê jin nikaribe xwe li pêşberî îstema desthilatdar û serdest a mêr biparêzin. Yûsif eşkere kir, ku fermana 72'an a li Şengalê di vî warî de gelek tecrûbeyên giran û bi êş raxistiye pêş çavan û got, "Trajediya Şengalê nîşanî me hemûyan da ku jineke bêparastin, dikare bibe mehkûma her şêwe koledariyê û bi her rengî êrîş dikare lê bê kirin. Di serî de jinên Kurd, lazim e hemû jin dersa pêwîst ji trajediya li Şengalê derxînin û bi rengekî xurt têbikoşin."

'KOORDÎNASYONA NAVXWEYÎ GIRÎNG E'

Yûsif ragihand, xebatên mîna vê komxebata 'Jin û Parastin'ê hem ji bo tespîtkirina giraniya vê pirsgirêkê hem jî ji bo vegotina vê yekê ji civakê re girîng in û got, "Gelek rêxistinên leşkerî yên jinan tevlî komxebata parastinê dibin. Yekîtî û koordînasyona rêxistinên tevlî komxebatê bûne, bi dîtina min wê ji bo tevgera giştî a jinê û hemû jinan girîng be. Jin çiqasî bibin yek, çiqasî xwe bi rêxistin bikin, wê ewqasî jî bibin xwedî hêz. Bêguman ji bo serketinê jî pêwîstî bi hêz û rêxistiniyê heye. Xebatên bi vî rengî girîng in."

'PÊVAJO PÊVAJOYA PARASTINÊ YE'

Yûsif diyar kir, şerê li Rojhilata Navîn wê dewam bike û got, "Weke gel û jinan em çiqasî xwe amade bikin, em ê ewqasî jî bi ser bikevin. Em ne amade bin, hingî wê siyaseta qirkirinê li ser me bê meşandin. Parastin ji bo me di asta jiyanê de girîng e. Mîna her qadê, pêwîste em xwe di warê fîzîkî de jî biparêzin. Destketiyên me yên heyî bêyî hêzeke xurt a parastinê, nikarin bên parastin.

Ji ber vê yekê pêvajo pêvajoya parastinê ye. Em çiqasî hêza xwe ya parastinê xur bikin, em ê ewqasî jî karibin bersivê bidin pêvajoyê."

Foza Yûsif destnîşan kir, ku eger YPJ nebûya wê pêşketinên îro derneketibûna holê û got, "Tevkariya YPJ'ê gelekî girîng û mezin e. Ji ber ku YPJ'ê li dijî dijminê herî hov şer kir. Eger Îro jin ji xwe ewqasî bawer dikin, bi xwe serbilind in û bê tirs şer dikin, ev yek bi saya YPJ'ê û hevalên jin ên ev têkoşîn meşandine."

Yûsif salvegera 4. a damezrandina YPJ'ê jî pîroz kir û got, "Divê em xwe li qada parastinê xurtir û bi rêxistinm bikin."