YPS-JIN’ê salvegera xwe û 8’ê Adarê pîroz kir

YPS-JIN’ê salvegera heftemîn a avabûna xwe û 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ya pîroz kir.

YPS-JIN’ê bi wesîleya salvegera heftemîn a avabûna xwe û 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Jina pêkhateya bingehîn a civakê ye, bi saya wê civak dibe civak, wê û nirxên wê yên cewherî tîne ba hev. Ji ber ku jin exlaq, wijdan, ziman, çand e. Ya ku civakê bi taybetmendiyên xwe yên heyî diafirîne, ji bo jiyana aştiyane ya mirovahiyê bi hemû hêza xwe têdikoşe. Sîstema ku dixwaze civakê bike bingeha xwe ya qezencê, rol û mîsyona jinê desteser kiriye û jin kiriye meta. Li ser vê bingehê Rêber Apo ku afirînerê civakeke li ser esasê exlaq û wijdan e, jin û nirxên wê yên bingehîn anî cem hev û zemîna têkoşînê afirand. Salvegera 7’emîn a YPS JIN’ê û 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li ser esasê avakirina civakeke xwe dispêre bingeha xwerêveberî û xweparastina jinan a ku Rêber Apo afirandiye, li hemû jinên berxwedêr ên li dijî faşîzmê, li gelê Kurdistanê û bi taybet li Rêber Apo pîroz be.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku bi nijadperestî û olperestî hewl dide civakeke faşîst ava bike, tevî tunekirina ziman û çanda gelê Kurd, li ser esasê awayekî fizîkî hebûna gelê Kurd biqedîne, di salên 2015-2016’an de êrîşên çokdanînê dabû destpêkirin. Li dijî van êrîşan berxwedanên xwerêveberiyê hatibû destpêkirin û her kes bûbû şahidê çalakî, berxwedêrî û fedakariya jinên Kurd. Jin li ser felsefeya Rêber Apo ligel ku derfet kêm bûn jî kolan bi kolan, tax bi tax têkoşîna azadiyê meşandin û rêxistinkirinên xwe z3ede kirin. Ji bo ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin, berxwedaneke mezin nîşan dane. Dijmin ê ku ji teknîka xwe bawer bû, nekarî ji wesayîtên xwe derkevin û nekaribûn serê xwe ji çeperan rakin. Li hemberî berxwedanên xwerêveberiyê yên ku li Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Şirnex û li Bakurê Kurdistanê belav bûne, dewleta faşîst a dagirker jinên şoreşger kir hedef û bi polîtîkayên qirkirinê, jinên şoreşger Pakîze, Sêvê, Fatma, Asya û dayika Taybet qetil kir û xwest ruhê berxwedanê bişikîne.  Lê gelê Kurd bi sloganên Jin, jiyan û azadî xwedî li şehadeta van jinên şoreşger derket.

Rejîma faşîst a ku li Cizîrê gel di jêrzemînan de şewitand, di erdheja ku îro pêk hat de jî gel di bin kavilan de hişt û bi taybet rêxistina AFAD, artêş û saziyên din ne ji bo rizgarkirina gel, ji bo mirina gel seferber bûn. Zihniyeta ku li Cizîrê gelê Kurd û jinên Kurd di jêrzemînê de şewitandin, îro Kurd, Tirk, Ereb, Sunnî û Elewî di bin kavilan de hişt. Bi erdheja ku pêk hatiye, rejîma faşîzan a AKP û MHP’ê û nijadperestî di bin kavilan de mane. Gel encax bi konfederalîzma demokratîk, bi sîstemeke xwerêveberiyê dikare bijî, zemîna têkoşînê biafirîne û birînên xwe derman bike. Hewldanên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên bi salan e ji bo tinekirina exlaqê di civaka Tirkiyeyê de û afirandina mirovahiya kujer, bi hevgirtin û piştgiriya ku di pêvajoya erdhejê de hatiye jiyîn, pûç bû. Ev jî nîşan dide ku heya di xwîna di damarên mirovahiyê de exlaq û wijdan hebe, li dijî rejîma faşîzan têkoşîn dikare were kirin. Ji ber nirxên cewherî yên di xwezaya xwe de em jinên ku me xwe daye têkoşîna gel, em ê pêşengtiyê ji vê pêvajoyê re bikin. Em ê gelê xwe bi destê van fîrewnan bernedin û em ê hesap bipirsin.

Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were ku em bi nasnameya me anî cem hev û zemîna têkoşîna hebûnê afirand, em ê ranewestin. Em ê her roj bi hêztir û xurt bibin û em ê xwe bi rêxistin bikin, dijminê mirovahiyê faşîzmê tune bikin. Di şexsê fermandar Zeryan a ku di berxwedanên xwerêveberiyê de pêşengtî kir, em soza xwe di salvegera heftemîn a avabûna YPS JIN’ê de û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de dubare dikin. Em ê heta dilopa dawîn a xwîna xwe têbikoşin, dev ji çeperan bernedin û ji dijminê bêkok tolê hilînin.”