'YPJ ji mîrateya têkoşînê ya jinên dinyayê û ji rastiya Rêber Apo xwe xwedî dike'
Ehmed: YPJ têkoşîna hemû jinên dinyayê û rastiya Rêber Apo ku ji bo YPJ’ê sedema man û nemanê ye ji xwe re kiriye referansa dîrokî û îdeolojîk.
Ehmed: YPJ têkoşîna hemû jinên dinyayê û rastiya Rêber Apo ku ji bo YPJ’ê sedema man û nemanê ye ji xwe re kiriye referansa dîrokî û îdeolojîk.
Endama Fermadariya Giştî ya YPG û YPJ’ê Newroz Ehmed diyar kir a ku YPJ’ê dike YPJ ne tenê têkoşîna dijî DAIŞ’ê ye û got, ‘’ YPJ têkoşîna hemû jinên dinyayê û rastiya Rêber Apo ku ji bo YPJ’ê sedema man û nemanê ye ji xwe re kiriye referansa dîrokî û îdeolojîk. Ji bo vê jî mîrata dîrokî ya YPJ’ê jî, perspektîfa ê ya siberojê jî xurt e’
YPJ ku 4’ê Nîsana 2013’an avabûna xwe ragihandî, bi têkoşîna xwe li hemû dinyayê weke referans tê dîtin. YPJ ku îro salvegera xwe ya 4’an pîroz dike li ser kîjan şert û mercan ava bû, ya ku YPJ’ê li dijî rêxistina herî hovane a DAIŞ’ê jî serkeftî dike çiye? Îro hemû jinên li dijî pergala zilam-serweriyê û li dijî yên hevşibê wê dixwazin têbikoşin di lêgerîna vê rastiyê de ne.
Di peydabûn û xurtbûna YPJ’ê de kanên ku ji xwe re weke referans dîti çi ne?
Em 4’ê Nîsanê salvegera damezirandinê ya YPJ’ê di serî de li şehîdên me, li hemû fermandar û şervanên YPJ’ê pîroz dikin. Salvegera 4’an a YPJ’ê li hemû jinên Rojhilata Navîn pîroz be.
Mîrateyên pir xurt ên dîrokî hene ku YPJ’ê xwe spartiye wan. Mîrata herî girîng a dîrokî ya YPJ’ê têkoşîn jinên femînîst, sosyalîst, demokrat e ku heta niha li ber xwe didan û têkoşîna wan a nasnameyê ye. Her wiha rastiyeke YPJ’ê heye ku ji tecrûbeya têkoşîna wan jinan sûd wergirtiye ku heta bi astekê xwe tevlî nav şer kirine.
Li hêla dî jî mîrateyeke çandî ya wan jinên Rojhilata Navîn heye ku ji jinên ji rêça şoreşgerî tên afirandine. Herî girîng jî berdêlên ji bo têkoşîna azadiyê hene ku jinên Rojhilata Navîn dane, ev hemû hîmên dîrokî û felsefî yên YPJ’ê ne. Her wiha rastiya îdeolojîk a Rêber Apo heye ku ji bo xwe weke xeta îdeolojîk, felsefîk û siyasî qebûl kiriye. YPJ Rêber Apo ji bo xwe weke sazîbûyina perspektîfa îdeolojîk û îdeolojîk qebûl dike. Ango kana bestê ya YPJ’ê yek ji rêça têkoşînê ya jinên dinyayê û ji rastiya Rêber Apo distîne ku ji bo xwe ev kiriye sedema man û nemanê.
Li Rojava çanda berxwedanê ya ku Rêbertî afirandî pir xurt e. Têkoşîneke leşkerî ya bi pêşengiya YJA-Starê heye ku ev 40 sal in li çar parçeyên Kurdistanê tê dayin. YPJ ji vê tenê best wernegirtiye lê herwiha raste rast ji vê xwedî bûye. Damezirîn û ragihandina YPJ’ê xwe dispêrê vê. Ji bo vê jî hem mîrateya dîrokî ya ku YPJ xwe dispêrê û hem jî perspektîfa wê ya siberojê xurt e.
Sedema xurtbûna YPJ’ê ne tenê têkoşîna wê ya li dijî DAIŞ’êye, têkoşîna wê ya li dijî paşverûtiya li hundir û derve ya li Rojhilata Navîn û Rojava ye. Sedema dî ya ku YPJ di nav çar salan de li Rojhilata Navîn bû hêzeke parastinê ya dinyayê, nirxê wê yê perspektîfî û xurtbûna mîrateya wê ya dîrokî ye.
Li cem jina Kurd berxwedana parçeyek ji jiyanê ye. Malbat û civak li ber xwe dide, li dijî saziyên dewlet û zilêm li ber xwe dide. Berxwedan li cem jinê taybetmendiyek e. Ev bi taytbetî li cem jinên Kurd û YPJ’ê wiha ye. Hêz YPJ’ê îdeolojiya wê û perspektîfa jiyanê ye ku Rêber Apo afirandiye. Têkildarî jiyana azadkirî, jina azadkirî û civaka azadkirî ye. Ji ber ku YPJ ne tenê hêzeke bawermend e lê her wiha hêzeke perwerdebûyî ye jî.
YPJ di kîjan şertan de rabû?
Ev 10 salên dawî ne li Rojhilata Navîn kaos û krîzeke giran heye. Her kes dixwaze li ser Rojhilata Navîn siyaset û polîtîka bike. Hişmendiyeke wiha heye ku hebûn û siberoja xwe li ser krîz û qelsbûna Rojhilata Navîn ava kiriye. Ji bo vê jî DAIŞ jî berhema vê hişmendiyê ye. Ne tenê DAIŞ, zemîneke hişmendî û îdeolojîk heye ku rêxistinên çete yên weke El Nusra, Ehrar û Şam jî xwe dispêrin. Xwe dispêrin Tirkiye, Qetar, Siûdî.
Argûmana îdeolojîk a DAIŞ’ê ku Rojhilata Navîn dayî ber xwe çi bû? Wê dewleteke Îslamî ava bikirana. Dewleta Şam û Iraqê ya ku behsê dikirin jî Rojavayê Kurdistanê bû. Navend ewder e, Cizîr e. Heke ne ji berxwedana Kurdan bûya DAIŞ’ê tenê wê bi Rojava sînordar nemaye, hemû Rojhilata Navîn bi dest bixista. Ji bo vê jî hebûna YPG,YPJ’ê ji bo ewlekariya Rojhilata Navîn girîng e. Pêşî DAIŞ’ê û rêxistinên weke DAIŞ’ê girt. YPJ di şertên pir giran de derkete holê. DAIŞ nîvê Rojava bi dest xist. Jixwe her kes li bendê bû, Erdogan digot, ‘’Kobanê li ber ketinê ye’ DAIŞ’ê her roj bi gotinên wekî ‘’Jinên Kurd li we helal e. Hûn dikarin dest li ser wan deynin û birevînin’’, ‘’Zilam ji bo xwe Allah şer dikin, divê jin hewcehiya wan a zayendî pêk bînin’’ fetwa didan û wiha jî dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan û jinan nîşan didan. Bi van fetwa û êrîşan dixwestin Rojhilata Navîn di nav taritiyê de bifetisînin, bi avakirina împaratoriya tirsê di serî de jin û zarok dixwestin her kesî bi dest bixin. Ji bo vê jî şertên ku YPJ derketiye hole û xwe ragihandiye pêvajoye têkoşîneke giran bû. A ku li dijî vê rawestiyayî YPJ û YPG bûn.
Rêça berxwedanê ya dîrokî ya Kurdan heye. Li cem jina Kurd dema ku mijar nasnameya netewî û nasnameya jinê be meyla wê bi ser rêxistinbûnê ve heye. Destpkê jin pir tevlî YXK û YPG’ê bûn. A dî jî gelê Rojava ji ber sedema rastiya civkaî welatparêz e û girêdayî keveşopî, çand û baweriya xwe ye. Ji bo vê jî dema ku mijar netewî, welatparêzî be jina Kurd xwedî helwesteke fedaî ye. Ev tenê li Rojava dest pê nekiriye, 1938’an Zarîfe, Besê sembolên berxwedanê ne. Van jinan pêşengî ji têkoşîna netewî re kirine. Li Kurdistanê, di civaka Kurd de jinan têkoşîneke têra xwe serbixwe dane. Jina Kurd bi zilêm re mil bi mil têkoşiyaye, li pişt wî yan jî di siha wî de netêkoşiyaye.
Çima hûn di nav YPG’ê de neman lê we hewceyî pê dît ku hêzeke jinê birêxistin bikin?
Piştî demekê pêdivê bi rêxistinbûyina resen çêbû. Ev ji bo me jinan rast e, em yek bi yek dikarin têbikoşin lê bi em rêxistinî bin dikarin helwest, giyan,jiyanekê biafirînin. Ji bo vê jî ji van pêdiviyan YPJ bi zû birêxistin bû. 2013’an Konferansa pêşî li Dêrikê kir. Delegasyoneke girîng civiya û nîqaşên kûr çêbûn. YPJ xwe bi dur rengan bi rêk xist. Pêşî rêxistiniya xwe ya resen ava kir, a dî jî di nav YPG’ê de rêxistiniya xwe çêkir. Helwesta têkoşînê ya YPJ’ê ne tenê resen e. Me bi pêvajoyê fêhm kir ku di demokratîkbûna YPG’ê de, di tevgera wê ya li gorî rêgezên şer de, di bihistyarbûna wê ya li dijî sivîlan de, di pêkhatina giyanê wê têkoşînê de rista YPJ’ê pir girîng e. Ne tenê bûye hêza parastina jinê di demokratîkbûna artêşê de, di rajorbûna pîvanên çandî de, di parastina nirxên madî û manewî ya gel de YPJ xwedî ristekî cihê ye.
Helbet ev wiha hêsan çênebû. Em li Rojhilata Navîn dijîn. Her wiha dewletên serwer Rojhilat ji xwe re kirine arêneya şer. Di pêvajoyeke wiha de ku DAIŞ jin weke ganîmeta şer didît û fetwaya vê dida YPJ li dijî vê rawestiya. Şertên ku YPJ derketî holê pir zor bû. Lê bi hişmendiya xwe ya demokratîk, bi îdîaya têkoşînê heq ji vê zoriyê derket û bi civaka paşverû re hesabê xwe dît. Ango YPJ bi giyanê berxwedêr ê dîrokî hesabê xwe bi hişmendiya înkarker re dît. YPJ bi giştî ev pêk anî û di vê rêkê de bi sedan milîtanên leheng û fermandar feda kir. Heke îro ev çend dibe dinyayî û Rojhilata Navînî bi van berdêlan e.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di analîzên xwe de balê dikişîne ser krîzên ku nasnameya jinê di nav sîstema çînî de dijî. Tê gotin jinên PKK’yî jî ji bo ku heq ji vê krîzê derkevin û vê nasnameyê azad bikin têkoşîneke giran dane. YPJ artêşbûna jinê ya di nav civakê de, krîzên ku jin dijîn di nav YPJ’ê de têne dahurandin?
Şansê rêxistinên şoreşger heye ku bi bawerî û hişmendiyê her tiştî bi ser bixin. YJA hêzeke wiha ye ku li çar parçeyan xwe rêxistin kiriye. Bi hezaran lehengê ê hene ku bûne xwemalî civakê û dîrokê. Helbet em van lehengiyan ji xwe re referans digirin. Mînak Gulnaz Karataş 92’an ji bo ku radestî îxanetê nebe ji kendalan davêje, ev ji bo me mînak e. Her wiha Zeynep Kinacî, xwe di mêjiyê faşîzmê de teqandiye, berxedana wê ya li dijî qirkirinê mînakeke dîrokî ye û giyanê fedaîbûnê ye. Sema Yuce 1977’an li dijî heywankirinê, bênasnamekirinê û bêkokkirinê bedana xwe daye ber êgri û berxwedaneke bêhempa nîşan daye. Niha ku rêxistinek van ji xwe re neke referans nikare bi ser bikeve.
Di avabûna YPJ’ê de rista YJA-Starê pir girîng e. Ji hêla çanda berxwedanê, hişmendî û asta rêxistinê ve wiha ye. YJA Star bi qasî YPJ’ê ne di nav civakê de ye. Bi piranî li çiyê ye. Lê berxwedaneke mezin a civakî ava kiriye. Lê civakîbûna YJA Starê bi YPJ’ê pêk hatiye. Ango ji hêla xet, jiyan û çanda berxwedanê ve.
Asta perwerde, têgihiştin, profesyoneliyê ya YJA Starê bilindtir e. Belê YPJ di vê mijarê de ji YJA Starê bêhtir bi dezavantaj e. Ji ber ku YPJ di nav civakê de derketiye holê, hêzeke wiha rêxistin bûye. Ji bo vê jî di nav YPJ’ê kêşeyên civakî rojane têne jiyîn. Her roj bi hezaran jin tevlî nav YPJ’ê dibin, her yek ji van tiştên bi qasî ku bibim mijara fîlm û romanan dijîn. Her wiha rastiya Roajva heye ya ku bi civaka Ereb re dijî. Li Rojava weke di nav civaka Ereb de hê di zaroktiyê de jinan didin zewicandin, bênasma dikin û nahêlin jin bibin xwe. Ev çendî hişkbûna malbatê, ev çend zordarbûna dewletê û ev hemû xwe li ser zilamê serwer û jina klasîk ava kirine. Ev hemû kêşeyên giran in.
Bandora van tiştan jî weke arîşeyên kesayatiyê diyar dibin. Asta perwerdehiyê kêm e, arîşeyên malbatî kêm in, gelek jê bi zaroktî tevlî me dibin. Niha di nav YPJ’ê de hevalên pir temenbiçûk hene. Ev cuda têne perwerdekirin û bi rengekî resen. Nakevin nav şer. Em wan weke dayikên wan bin mezin dikin. Nexwestina ku 15 salî bizewicin hatine nav me. Ji tundiya malbat û dewletê reviyane xwe li me girtine. Yek ji nav jî di nav şer de ye. Ji ber ku rêgez û prosedûrên me yên şer hene. Heta nebin 18 salî em çekê nadin wan. Ji bo van bi dehan akademî, dibistanên taybet û qadên me hene. Her wiha bernameyên perwerdehiyê yên van akademî û dibistanên me cuda ne. Ji perwerdehiya şer û çekê bêhtir xebatên wiha ne ku hewl didin çanda giştî bidin, bîreweriyê xurt bikin, bibin, hay ji xwe hebin, hay ji jinbûna xwe çêbibin, ev ji bo me xebatên pir girîng û stratejîk in. Her wiha di nav YPJ’ê de em pir girîngî bi vê qadê didin.
Ji bo çareserkirina kêşeyên di nav sîstema serweriyê de, di nav YPJ’ê de ji bo avakirina karekter û helwesta azadîxwaz çeka me ya sereke perwerehiyên me ne. Di vê mijarê de bi dehan akademiyên me hene ku perwerdehiyê didin.
YPJ û YPG’ê bandoreke çawa li civakê kir?
Civaka me pir zû YPJ hembêz kir, xwedî lê derket û xwedîtî lê kir. Mînak di vê mijarê de YPJ bû hêzeke wiha ya guherîna civakî, desterdêr, rajorkarê pîvanê û tolhildana ji pergela zilam-serweriyê. Destpêkê jî min got ne tenê li dijî DAIŞ’ê em li dijî her cure paşverûtiyê têdikoşin. Hemû qadên ku YPJ lê ne, qadên ber bi azadiyê ve ne. YPJ hêzeke wiha ye ku dibe vîn, hişmendî û nasnameyê bi dest ve tîne. Sedema ku ev çend zû bû civakî ev e. YPJ hêzeke civakî ye. Ev bi berxedan û berdêlan re têkildar e.
Ji bo vê jî li Rojava YPJ bi asteke girîng bûye civakî. Heke Şoreşa Rojava hatibe vê astê rista YPJ’ê diyarker e. Heman tişt ji bo YPG’ê jî wiha ye. Heke YPG li dijî DAIŞ’ê û çeteyên hevşibên wê bûbe hêza serkeftî risya stratejîk a YPJ’ê di ve pir diyarker e. Hem di çanda berxwedanê de, hem di pêşengiya şer de, hem di pêşxistina çanda berxwedanê, demokratîkirina YPG’ê de YPJ hêzeke xwedî ristekî girîng e.
YPJ heta niha ji kîjan qonaxan derbas bû? Berxwedanên ku YPJ kirine YPJ çi ne?
Niha bi taybetî ev pêvajoya 4 salan û beriya wê heye. Têkoşîna YPJ’ê sedî 90 di nav şer de çêbûye. Di nav şer de gihaye, hînî taktîkên serkeftî bûye û bi taybetî di mijara gerîlatiya nav bajêr de bûye profesyonel. Ev şer ji bo YPJ’ê bûye tecrûbe. Belê em pêngavên girîng jiyan. Mînak pêngava Til Hemis ji bo me giran bû. Pêngava Serêkaniyê jî. Gelek şervan û fermandarên YPJ’ê şehîd bûn. Her wiha pêngava Minbicê jî wiha. YPJ bi çalak tevlî nav vê pêngavê bûye. Tevlî pêngavên wiha giran bûye, tenê tevlî nav şer nebûye, her wiha şer bi rê ve jî biriye. Problema ku jin tevlî şer nabe nîne, problemek ku jin şer bi rê ve nabe heye. Ji bo vê jî YPJ ev problem li pey xwe hiştiye.
A ku em bi dinyayê dane nasîn û hêza me nîşan dayî 2 fetlonek in. Berxwedana Kobanê bûye xwemalî dinyayê û keleha berxwedanê. Ev ji bo YPJ’ê jî wiha ye. Di nav YPJ’ê de, di heman kozê de ji çar parçeyan jin li dijî DAIŞ’ê şer kirine.
Hevala Arîn Mîrkan ji Efrînê bûye û di şerê Kobanê de dastana lehengiyê nivîsand. Heval Gulan Batman ji Bakûr bû û fermandereke wiha bû ku şer bi rê ve dibir. Li Kobanê şehîd bû. Her wiha hevala Destîna Başûr di şerê Kobanê de şehîd bûye. Heval Jiyan ji Rojhilat e û li Kobanê şehîd bûye. Kobanê ne tenê keleha berxwedanê ya Rojava ye her wiha sembol û keleha berxwedanê ya bi pêşengiya jinên Kurd e ku ji çar parçeyan jin lê hebûn. Serfiraziya Kobanê wiha ye. Destekên derve helbet girîng in. Ji bo me girîng e ku berxwedan Kobanê bû xwemalî dinayê lê berxwedana Kobanê bi YPG-YPJ’ê bû xwedî nasname.
A ku herî pir hêrsa me rakirî îxaneta PDK’ê ya li gel û jinên Êzîdî yên li Şengalê ye. Ev ji bo YPJ’ê bûyereke wiha ye ku nayê jibîrkirin. Di pêvajoya fermanê de ji bo jinên Şengalê werin xilaskirin korîdorek hate vekirin. Di vê korîdorê de bi dehan hevalên me şehîd bûn lê bi sed hezaran mirovên Êzîdî hatin xilaskirin. Lê êş mezin bû. Hinekî jî ya ku YPJ kiriye xwedî îdîa, kire hêza tolhildanê îxanet û komkujiya li Şengalê bû. Trajediya Şengalê şerma Kurdê bêbext û îxanetkar e. Heke pêşmergeyên PDK’ê tenê 2 saetan li wir li ber xwe bidana bi hezaran jinên Êzîdî nedibûne hêsîrên ber destê DAIŞ’ê. Ev ji bo me bû hêrseke mezin.
Rewşa Şengalê bandor li berxwedana Kobanê kiriye. Li Kobanê YPJ bi tolhildana Şengalê li ber xwe daye. Niha jî YPJ li dijî êrîşên PDK’ê yên bi ser Şengalê de pir bihêrs e. Piştî ku 3’yê Adarê PDK êrîş bi ser Şengalê de bir bi hezaran şervanên YPJ’ê xwe pêşniyar kirin ku biçin Şengalê. Di vê mijarê de di fermandariyê de pir zor li me bû. Ev tenê ne ji bo Kurdan wiha ye. Ji bo ku mirov û jin e wiha ye. Ti Kurdek nikare trajediyeke dî ya weke ya Şengalê ragire, ti nikare hêvî bike ku kesek di vê mijarê de ne bihistyar be û peywira xwe pêk neyîne. Kesek nikare bibêje, ‘’li Şengalê êrîş çêbû bila kes mudaxele neke’’ Belê rêveberiya xweser a Şengalê heye, xwediyê Şengalê hene, hêzên wê yên parastinê hene. Mirov hene ku ji bo Şengalê wesayitan kirê dikin, milîtanên wê hene ku diçine çiya. Lê kesek nikare bibêje ‘’li ber xwe nedin, mudaxele nekin.’’ Ji bo me jinan rewşa ku ji hêla hîsî ve û ramanî ve pir zor li me kirî komkujiya Şengalê bû û me ev kire sedema têkoşînê.
Rewşa Kobanê û Şengalê pir cuda ye. Li Kobanê îxanet nebû, gelê Kobanê û şervanên wê li ber xwe dan. Niha çapemeniya PDK’ê Kobanê û Şengalê dide ber hev. Lê bi ti rengî rewşa Şengalê û Kobanê mirov nikare bide ber hev. Pir ji hev cihê ne. Şi Şengalê îxana Kurdê înkarker hebû. Vê rewşê pir zorî li hêza YPJ’ê û berxwedana wê kir. Em jî beriya her tiştî mirov in û hîsên me hene. Beriya niha jî min diyar kir di pêvajoya êrîşa 3’yê Adarê ya PDK’ê ya bi ser Şengalê de heke em bi zanebûn tevnegeriyana, bi hezaran şervanên me bi serê xwe wê bi xwe li Şengalê bidana. Trajediya li Şengalê hêzên YPJ’ê hem pir êşand, hem jî kir ku berxwedan bi pêş bikeve, rêxistinî xurt bibe û tatkîka şer bihêz bibe. Ji bo YPJ’ê bû pêvajoyeke tije ders û xwe bihêztir kir. Bîreweriyeke mezin çêkir.