YPJ: Em êrişên li Şengalê şermezar dikin

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê diyar kir ku ew êrîşên dewleta faşîst û dagirker li ser herêma Şengalê ku di kesayeta Seîd Hesen de pêkhatî şermezar dikin û ji civaka Êzîdî re sersaxiyê dixwazin.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê derbarê êrişên li ser Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya YPJ’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di dîroka mirovahiyê de her dem civaka me ya Êzîdî ji bo hêzên hegemon û desthilatdar weke xeterî hatiye dîtin. Dema em li dîroka Êzîdxanê mêze dikin, her dem bi fermanan re rû bi rû mane. Daxwaza civaka Êzîdî xweseriya herêma Şengalê ye. Lê belê hêzên desthilatdar û dagirker tu caran ev rewş hezim nekirine. Ji bo wê jî her demek derbas bûye gelê me yê Êzîdî ji aliyê hêzên desthilatdar, dagirker û xiyanetkar hatine qirkirin.

 Hêzên desthilatdar bi salane dixwazin meha Tebaxê her rojek wê li gel me yê Êzîdî bixe rojên ferman, qirkirin û komkûjiyê. Dema em li polîtîkayên hêzên dagirker yên li ser herêma Şengalê di dîroka Êzîdiyatiyê de mêze dikin, di êrîşên xwe yên dijmirovahiyê de pêşegên civaka me ya Êzîdî kirin hedefên xwe yên nemerdane.  Herî dawî di kesayeta pêşeng û şoreşgerê civaka me ya Êzîdî fermandarê YBŞ Seîd Hesen de xwestin careke din civaka me ya Êzîdxanê qir bikin. Di êrîşa herî dawî de hêzên desthilatdar rûyê xwe yê komploger, qirker, qirêj û kujer nîşanî tevahî mirovahiyê kirin. Ev hêzên êrîşkar bi gotina ku qaşo ev kesên têne hedef girtin PKK’yî ne ve dixwazin ku xwe rewa bikin, lê belê her kes dizane ku fermandar Seîd Hesen ango Mam Seîd kesekê Şengalî ye, jiyana xwe hemû li Şengalê derbas kiriye, bi çanda pîroz û berxwedêr a Êzdayetî ve mezin buye. Dîsa Fermandar Seîd Hesen ew kes e ku li di 3’ê Tebaxa sala 2014’an de li hember hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê şer kir, li ber xwe da, civaka xwe parast, bi berpirsyartî, pêşengî ji gelê xwe re kir. Mam Seîd di komkirin û parastina civaka Êzidî de xwedî rolekê pir mezin e. Hêzên desthilatdar cardin bi êrîşa xwe ya di kesayeta fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen de pêkanî, civaka me ya Êzîdî bê pêşeng bihêlin û YBŞ’ê bê fermandar bihêlin. 

 Fermana ku di 3’ê Tebaxa 2014’an DAÎŞ da destpêkirin, bi ser neket îro bi van êrîşan bi destê Şefê faşîst Erdoğan û hevkarên wî dixwazin bi hedef girtina pêşengên Şengalê bi serbixin. Bêguman ev êrîş berdewama fermanê ne. Dixwazin bi van êrîşan Şengaliyan ji axa wan a pîroz derxînin, gelê Êzidî bikin gelekî bê hêz, bê parastin. Yên ku di fermanê de xwedî li Şengalê derneketin îro nikarin tu mafê xwe li ser Şengalê îddîa bikin. Dîsa em ji bîr nekin ku ger NY û YE xweseriya Şengalê nas bikin wê êrîşên bi vî rengî pêk neyên, di vê rewşê de ev êrîş di warê hiqûqî de ji dibe sûcê mirovahiyê. 

Em  YPJ êrîşa dewleta faşîst û dagirker li ser herêma Şengalê ku di kesayeta Seîd Hesen de pêkhatî şermezar dikin û ji civaka me ya Êzîdî re sersaxiyê dixwazin. Banga me ji tevahî gelê cîhanê ev e ku herkes xwedî Şengalê derkevin, gelê Êzîdî xwe bi xwe  û bi taybet jî ciwanên Êzîdî bi awayek xurttir xwedî li Şengalê  derbikevin. Em di wê baweriyê de ne ku civaka me ya Êzîdîxanê wê bi yekitiyek hîn xurttir li ked û fedekariya ku ji Mam Zekî heya Mam Seîd Hesen ango, fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesenan hatiye ava kirin, xwedî derkevin û ev vîna berxwedêr wê Şengala xweser misoger bike.”