YPJ'ê bi merasîmekî leşkerî 8'ê Adarê pîroz kir

YPJ’ê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, merasîmekî leşkerî li dar xist. YPJ’ê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî, em ber bi şoreşa jinê ve dimeşin” roja hemû jinan pîroz kir.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, merasîmekî leşkerî li dar xist. Fermandarên YPJ’ê Newroz Ehmed, Rohilat Efrîn, Hêlîn Ereb, Lîlwa Ebdûllah, Sêal Hesekê û şervan tev li merasîmê bûn.

‘EM HEMÛ JINÊN JI BO AZADIYÊ LI BER XWE DIDIN SILAV DIKIN‘

Di merasîmê de ewilî Fermandara Giştî ya YPJ‘ê Newroz Ehmed axivî û 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, di serî de li hevrêyê jinan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanên YPJ’ê û tevahî jinan pîroz kir. Ehmed anî ziman ku 8'ê Adarê roja destpêka bihar, vejîn û nûbûyînê, roja jinên berxwedêre û wiha axivî: “Ji ber wê em vê rojê di serî de bi navê hemû hevrêyên amade, bi navê şervanên YPJ’ê cejna jina azad, li hevrêyê jinan, li Rêberê rêberan ê ku bi felsefe û ramanên jiyana azad diyariya herî mezin da jinan, li Rêber Apo pîroz dikin. Em vê rojê li hevrêyên xwe yên şehîd û li hemû jinên ku di oxira vê dozê de û ji bo azadî û wekheviyê têkoşîn kirin û jiyana xwe ji dest dan pîroz dikin û bi minetdarî em wan bibîr tînin û bejna xwe li beramberî wan ditewînin. Em cejna hemû dayikên şehîdan û cejna dayikên şervanên xwe pîroz dikin. Di heman demê de em hevrêyên ku niha li qadên azad di çeperan de li ber xwe didin û di nava têkoşîneke bê hempa de ne, hemû jinên têkoşer ku li hember desthilatdariyê ji bo azadiya xwe li ber xwe didin û têdikoşin silav dikin.“       

Ehmed diyar kir ku ev roj bi ked, têkoşîn, berxwdanî û xwînê hatiye afirandin û wiha pê de çû: “Jinan di her serdemê de li hember pergala desthilatdariyê ya 5 hezar salî li ber xwe dane û di nava têkoşîna xwe azadkirin û rizgarkirinê de bûn. Her çendî 8’ê Adarê wek rojeke ked û berxwedaniye hatibe diyarkirin jî, lê îro jinan bi serîhildan, rêxistinbûn û têkoşîna xwe her roj û her qad veguherandiye rojên 8’ê Adarê. Di vê wateyê em her rojê bi vê pîroziyê pêşwazî dikin.

‘BI PÊŞENGIYA JINÊN KURD TÊKOŞÎNA AZADIYÊ LI CÎHANÊ BELAV BÛYE‘

Îro di pêşengiya jinên Kurdistanî de tekoşîna azadiyê li tevahî Rojhilata Navîn geş bûye û pêl bi pêl li tevahî cîhanê belav bûye. Di şexsê şehîdên YPJ’ê Silava, Bêrîvan, Rêwan, Arîn, Avêsta, Barîn, Roj, Jiyan, û Raperînan de ev berxwedanî gerdûnî bûye. Berxwedaniya bêhempa ya şervanên YJA Star û YPJ’ê hêviyeke nû da hemû cîhanê. Ji Efganîstanê heta Rojhilat û Îranê di şexsê Jîna Emînî; jina serhildêr û berxwedêr dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî‘ li her aliyê cîhanê deng veda. Di pêşengiya vê berxwedanê de îro hemû jinên cîhanê rêxistinbûna xwe bilind dikin û bi vê dirûşmeyê roja xwe ya berxwedanê, 8’ê Adarê pîroz dikin.“

‘PERGALA FAŞÎZMÊ TENÊ DIKARE BI HEVGIRTINA JINÊ HILWEŞE‘

Ehmed bilêv kir ku civaka azad ancax bi pêşengiya jina azad, pêkan e, bi azadbûna civakan re jî ancex ax û welat dikarin werin azadkirin. Bi domdarî Ehmed, wiha got: “Pergala desthiladar û pêla faşîzmê jî ancax bi hevgirtina jinên berxwedêr û têkoşînvan ve dikare bê hilweşandin. Heger îro faşîzm gihaye lûtkeyê û pergala mêrê desthiladar bi awayekî hovane êrîşê jinan û tevahî qadên jiyanê dike, ji ber baş dizane ku jin êdî zana bûne, li mafê xwe digerin û xwedî li mîrasê hevdu derdikevin. Êdî jina zana bûyî li her qadê civakan jî berbi azadiyê ve diherikîne. Heger îro li Tirkiye û Sûriyê civak bi kirîz û felaketan re rû bi rû maye, ev encama polîtîkaya wan a şer û qirkirinê ye.  Di encama vê felaketê de bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan. Ji ber wê em baş dizanin ku heya faşîzm, dagirkerî û desthiladarî hebe wê tekoşîna me ya azadiyê jî raneweste. Wek fermandar û şervanên YPJ‘ê jî heta ku jineke bindest hebe û rastî destdirêjî û êşkencê were, wê têkoşîna me jî bidome.

BER BI ŞOREŞA JINÊ VE

Li ser vê bingehê em careke din cejna we û tevahî jinan pîroz dikin û em dibêjin di vê sala pêşiya me de em ê asta tekoşîna xwe bi dirûşmeya ‘Bi Jin Jiyan Azadî, Ber Bi Şoreşa Jinê ve‘, bilindtir bikin û civakeke wekhev û azad diyarî gelê xwe û tevahî jinan bikin. Bi îdia û biryardariya ku em ê sedsala 21’an bikin sedsala jina azad, em ji niha de ji tevahî hevalan re serkeftinê dixwazin û em dibêjin; Jin jiyan azadî, bê Serok jiyan nabe.“