YPJ: Şerê gel ê şoreşger wê dawî li komployê û dagirkeriyê bîne

YPJ'ê li dijî komploya 9'ê Cotmehê daxuyanî da û diyar kir, "Şerê gel ê şoreşger wê dawî li komployê û dagirkeriyê bîne."

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê ji ber salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Pêvajoya komploya navdewletî ya 9’ê Cotmehê sala xwe ya 22. temam dike. Ev 22 sale hemû hewldana hêzên komploger ewe ku tekoşîna bêhempa ya azadiyê ya ku Rêber APO dide, di girtîgeha Îmralî de di hucreyeke yek kesî de û di nava şert û mercên tecrîda girankirî de, asteng bike. Ji zarokên leheng ên Kurdistanî heta tevahî gelê Kurd û hêzên demokratîk û azadîxwaz ti carî ev komplo nepejirandin. Heta mirov bûn weke xelekên ji agir û bi drûşmeya 'Hûn nikarin Roja me tarî bikin' ji bo Rêberê gelan Abdullah Ocalan canê xwe feda kirin. Di heman demê de li hemberî vê pêvajoya komployê Rêber APO bi vîn, têkoşîn û kedeke mezin bi paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jin re, ji bo mirovên azadîxwaz bû çavkaniya hêzeke mezin. Rêber APO ji bo herkesên ku ji bo azadiyê jiyan dikin, bû hêza tekoşîn û berxwedanê, ev rastî bi rengek şênber di şoreşa Rojava de di pêşengiya YPJ’ê de derkete holê.

Di 9’ê Cotmeha 2019’an de weke dewamiya komployê di çarçoveya êrîşên dagirgeriyê de li Serêkaniyê û Til ebyadê dewleta Tirk a dagirker ji exlaqên şer dûr, bi awayek hovane di şexsê gelê Kurdistanê de li dijî tevahî gelên bindest û ji bo azadiya xwe têdikoşe, polîtîkayên qirkirin, îmha û înkarê bi aweyek kirêt nîşan da. Di roja 9’ê Cotmehê de êrîşeke bi vî awayî destpêkirin qet dîrokeke ne ji xwe ber, di heman demê de di Til Ebyadê û Serêkaniya ku weke mozaîka gelan tê nasîn, gelên ku di çarçoveya pergala netewa demokratîk de xwe bi rêxistin kirine, di wateya feraseta “Yek netew” de êrîşeke dagirkirina dil û mejî bû.

Artêşa YPJ’ê ya ku pêşengî ji şoreşa Rojava re kir, di heman demê de di kêliya ku jin û gelê herêmê rastî êrîşa giran a dagirkeriyê hatin, ji bo ku gelê Serêkaniyê û girê sipî ji dagirkeriyê biparêzin, destanên efsanewî nivîsandin. Li Til Ebyad’ê berxwedaniya ku Delîla, Amara û Dilovan’an bi lehengî raber kirin, her wiha di Serêkaniyê de rêhevalên weke Savûşka, Avaşîn, Rûheyv, Nûhal û Dilvîn’an bi berxwedaniyeke bê hempa bi dehan êrîşên dagirkeriyê şikandin. Ev destanên lehengiyê nîşan dide ku yek kolan jî bi hêsanî nehatiye dagirkirin. Di heman demê de ev berxwedanî ji bo me jî di warê parastina şoreşê û sekna li hemberî dagirkeriyê, şêwazê tekoşînkirin û berxwedanê nîşan da.

Ev ruhê berxwedanê di heman demê de bûye bersiva li hemberî hêzên hegemon ên ku komploya 9’ê Cotmehê pêk anîne û da nîşandan ku emê ji bo azadiyê bê navber tekoşîna xwe bidomînin û ti carî komplo û dagirkeriyê qebûl nekin. Gelê Serêkaniyê û Til Ebyadê jî ti carî dagirkerî li ser xaka xwe nepejirandin. Em jî careke din dibêjin, emê bi şerê gelê şoreşgerî li dijî dagirkeriyê rawestin, xakên xwe rizgar bikin û şoreşa xwe ji her awayî êrîşan biparêzin. Ji bo me wek YPJ di şopa Zîn, Amara, Ronahî, Nûpelda, Nêrgiz û Zîlan Ereb de dem dema xurtkirina tekoşînê ye. Dem dema 10’ê Cotmehê Roja azadiya Rêber APO pêkanîn, dawî li qirkirin, tecrîd û dagirkeriyê anîn û dema parastina şoreşê ye."