YJK-S’ê Kongreya xwe ya salane li dar xist

YJK-S’ê ku sîwana 6 meclîs, 4 komun û 3 însîyatîfan e, kongreya xwe ya salana li dar xist û plan û biryarên serdema nû diyar kir.

Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ku sîwana saziyên jinên Kurd yên li Swîsre ye, kongreya xwe ya salane li dar xist.

Kongreya ku salona konferansê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Baselê hat lidarxistin, diyarî Evîn Goyî a di 23’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê hat qetilkirin û Endama Navenda Akademiya Jinelojiyê Nagîhan Akarsel a di 4’ê Cotmeha 2022’an de li Silêmaniyê hat qetilkirin, kirin.

Bi dehan delege û gelek beşdar tevlî Kongreya YJK-S’ê bûn.

Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir. Di kongreyê de dîwan û hêmanên rojeva kongreyê hatin diyarkirin.

Piştre endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Zeynep Dersim, rojeva jinan nirxand. Dersim diyar kir ku salên 2022 û 2023’an hem ji bo têkoşîna jinên cîhanê û hem jî ji bo siyaseta Kurdistan û Tirkiyeyê pir tijî derbas bû û got: “Di vê pêvajoyê de jinên Kurd roleke çalak lîstin û di têkoşîna jinên cîhanê de bû hêmaneke diyarker.”

Zeynep Dersim anî ziman ku heta ku encamê bi dest bixin, ew ê têkoşîna jinan bidomînin û wiha got: “Şikandina tecrîda li ser afirînerê felsefeya “Jin, jiyan, azadî” Rêber Apo û mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî bibe rojeva me ya sereke.”

Zeynep Dersim têkîldarî hilbijartinên serokomarî û parlementoyê yên ku di 14’ê Gulanê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bên lidarxistin, ev tişt got: “Dibe ku îro li Swîreyê dema dengdanê dawî bûbe. Lê erk û berpirsiyariyên me hê temam nebûye. Dive em niha telefona malbat, xizm û nasên xwe yên li Tirkiye û Kurdistanê bikin da ku roja 14’ê Gulanê dengê xwe bidin.”

Piştî axaftinên Zeynep Dersim, rapora salekê ya YJK-S’ê hate xwendin û nirxandin.

Her wiha sînevîzyona axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser azadiya jinê hate temaşekirin.

Piştre rêveberiya nû ku ji 10 kesan pêk tê, hat hilbijartin, nûnerên perwerde, civakî, têkiliyên derve û rêxistinên Yekîtiya Starê hatin diyarkirin û plansaziyên demkî hatin çêkirin.

Hinek biryarên di kongreyê de hatin girtin wiha ne:

-Xala bingehîn ya xebatên serdema nû ya YJK-S’ê mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Hemû çalakî û bernameyên ku di vê bingehê de bên lidarxistin, wê ev xala bingehîn bê esas girtin,

-Bi avakirina atolyeyên perwerdehiyê, veguheztina Zanista Jineolojiyê ji bo girseyan,

-Berdewamkirina xebatên li ser avakirina pergala konfederal a jinê,

-Di meclîsan de xebatên li ser pêşxistin û belavkirina zimanê zikmakî,

-Rêxistin û xurtkirina dîplomasiya gel.

Konferans bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.