YJA Star, Gulnaz Ege û hevrêyên wê bibîr anî

YJA Star, Gulnaz Ege, Sarya Amed, Çavrê Amed û Tolhildan Derwêş ên gihiştine şehadetê bibîr anî û peyama: “Wê bibin temîna aştiya gelan. Temenê Erdogan kêm dibe.”

Feramnadariya Navendî ya YJA Star, di oparasyona artêşa Tirk a bi desteka teknîka zêde ya li dar xistî, têkildarî şehadeta Gulnaz Ege, Sarya Amed, Çavrê Amed û Tolhildan Derwêş îro daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Li Eyaleta Amedê hêzên dijmin di navbera 27-30’ê Îlonê de bi bikaranîna teknîkeke zêde operasyonek dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de endama me ya Konseya Fermandariyê ya YJA STAR’ê Gulnaz Ege û hevrêyên bi navê Sarya Amed, Çavrê Amed û Tolhildan Derwêş gihiştine şehadetê. Em di serî de sersaxiyê ji malbatên xwe yên şehîdan û ji gelê Tirk ê sosyalîst û demokratîk re dixwazin. Em şehîdên xwe bi rêz û hurmet bi bîr tînin û soza xwe ya ku em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bi serkeftinê tacîdar bikin, dubare dikin.

 ‘FERMANDAR Û HEVRÊYEK KU ŞOP HÊLAYÎ...’

Endama Konseya Fermandariya YJA STAR’ê Gulnaz Ege ya ku di rêveberiya Eyaleta Amedê de cih digirt, di 23 salên têkoşînê de gelek serkeftin bi dest xistiye. Hevrê Ege hevrêyek ji Tirkiyeyê bû û helwesteke xurt a şoreşgeriya enternasyonalîst nîşan daye. Li ser esasê cewher û giyanê Hakî û Kemalan beşdar bûye. Di têkoşînê de ji Botanê heta Zapê, ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta Amedê di gelek qadan de têkoşiyaye. Hevrê Gulnaz Ege fermandariya Akademiyên Apolloyê jî têde di warên çapemeniyê de jî têkoşiyaye. Danheva xwe ya îdeolojîk, kûrahiya xwe ya rêxistinî û tecrubeya xwe ya leşkerî di kesayetiya xwe de bi cih kir û di qada pratîk de bû fermandariya serkeftinê. Hevrê Gulnaz Ege di dîroka me ya artêşbûnê de şopeke kûr hiştiye.

 ‘TEVLÎBÛNEKE BI SEKNEKE FEDAYÎ ESAS GIRT’

Hevrê Sarya Amed jî di sala 1999’an de beşdarî nav têkoşînê bû. Li dijî komploya li ser Rêbertiya me beşdarî nav refan bû. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê û li Eyaleta Amedê li her derê bû xwedî kedeke mezin û geşkirina serkeftinê û bala xwe dida ser wergirtina encamê. Sarya Amed ya ku xwedî tecrûbeyeke mezin bû li Eyaleta Amedê jî peywira xwe bi cih dianî.

 ‘DA NÎŞANDAN KU TERCÎHEKE JI DERVEYÎ AZADIYÊ NABE’

Hevrêya me Çavrê Amed a ku li Amedê tevlî têkoşîna azadiyê bûyî, bi îdîaya ber bi serkeftinê û şopdarê berxwedêrên di serî de li Sûrê û hemû berxwedêran tevlî bû. Di kesayeta xwe de jiyanek ji derveyî têkoşîna azadiya jinên ciwan û mêran ti tercîhek din nekir. Bû xwedî kesayeteke jêhatî, fedakar, kedkar û bihêz.

 ‘HEVRÊYEKE PÊŞKETÎ Û PÊŞDIXIST BÛ’

Hevrêya me Tohildan Derwêş jî di têkoşîna azadiyê de tevlîbûnek bi hêz û bibandor nîşan da û li hemû qadên lê dima bûye hevrêyek mînak. Hevrêyeke bi têkoşînê kesayet û tevlîbûnê pêşxistiye û bûye hevrêyeke yê pêşxistinê.

‘DÎKTATORIYA ERDOGAN TÊK DIÇE’

Divê hikûmeta faşîst a AKP’ê û dîktatoriya Erdogan bila baş bizanibe, êrîşên xwe di çi astê de pêk bînin mehkûme ku li pêşberî gerîla wê winda bike û têk biçe. Temenê xwe yê ku bi têkoşîna azadiyê dide dirêjkirin, nexasim temenê xwe kurt dike. Weke hêzên parastinê yên YJA Starê em carekî din dibêjin ku em ê hê zêdetir têkoşînê xurt û bilind bikin, em ê bibin temînata aştiyê ya gelên ji bo jin û gelê me azadî û demokrasiyê dixwazin. Li ser vî bingehî em carekî din şehîdên xwe yên azadiyê bi rêzdarî û minet bibîr tînin û soza serkeftinê nû dikin.