YJA Star: Em li dora rastiya Rêbertî têkoşînê geş bikin
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, rojbûna Ocalan pîroz kir û bang li jinan, gelê Kurd, hêzên demokrasî û azadiyê kir, ku li dora rastiya Rêbertî têkoşînê geş bikin.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, rojbûna Ocalan pîroz kir û bang li jinan, gelê Kurd, hêzên demokrasî û azadiyê kir, ku li dora rastiya Rêbertî têkoşînê geş bikin.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek weşand û diyar kir, 4'ê Nîsanê êdî di hiş û mejiyê jin, gel û mirovahiyê de bûye nîşaneya rastî, demokrasî û azadiyê.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Rêberê me, bi nirxên jiyanê, felsefe û îdeolojiya azadiyê ku di şexsê xwe de afirand, bû nêrîn û pratîka jidayikbûna azad a jinan, gelê me û mirovahiyê. Em rojbûna Rêberê xwe, ku ev hemû nirx di şexsê xwe civandiye, di serî li de Rêberê xwe, jinan, gelê xwe, hevrêyên xwe û li tevahiya mirovahiyê pîroz dikin."
Di dewama daxuyaniya fermandariyê de hat gotin, "Jidayikbûna Rêbertî û pêşketina wî veguheriye rastiyekê, ku nirxên mirovahiya azad, civaka azad, jina azad li ser axa Kurdistanê. Dost û dijminan her kesî şahidî ji vê re kirine."
Fermandariyê diyar kir, ev rastî weke sîstemek xweseriya demokratîk şênber bûye û hêzek afirandiye ku rewşa li Kurdistanê, herêmê û cîhanê biguherîne.
Fermandariyê destnîşan kir, ku pîrozkirina serketina Kobanê ji aliyê tevahiya cîhanê ve, nîşaneya vê rastiyê ye û wiha dewam kir: "Rê li ber şoreşa herî xurt û bi bingeh a pênc hezar salên dawî vekiriye. Berxwedana bi heybet a li çiya û bajarên Bakurê Kurdistanê, ji Şengalê heta Başûr û Rojhilatê Kurdistanê têkoşîına li hemû parçeyan bi pêş ve diçe, di şexsê jin û gelê Kurd de nirxê nasnameya azadiyê bilind kiriye. Ev yek têkoşîneke mezin e ku ji herêma me û cîhana me re bûye çavkaniyeke xurt a îlhamê, hêvî û wêrekiyê. Dîlgirtina Rêberê me bi komploya navneteweyî, şidandina tecrîdê di nava du salên dawî de, li xwe mikurbûna vê tirsê ye."
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê diyar kir, ev konsepta înkar û tinekirinê ya dewleta Tirk, hêzên xayin û noker û dewletên herêmî yên statukoparêz wê ti carî li pêşberî rastiya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nikaribin bisekinin.
Fermandariyê bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê yên li çar parçeyên Kurdistanê û diyar kir, biryardariya pûçkirina her şêwe êrîşan ji her demê zêdetir e.
Fermandariyê ragihand, weke hêzên parastinê yên YJA Starê bi coşeke mezin pêşwaziyê li 4'ê Nîsanê dikin û dibêjin, ew ê îsal bi azadiya Rêbertî, azadiya jin û gelan tacîdar bikin.
Fermandariyê bang li jinan, gelê Kurd, hêzên demokrasî û azadiyê kir, ku li dora rastiya Rêbertî têkoşînê geş bikin.