YJA-STAR: Em ê alaya ku şehîdên me dewrî me kiriye bigihînin serfiraziyê

YJA-Starê Nilûfer Ozden a ku li Xerzanê jiyana xwe ji dest dayî bi hurmet bi bîr anî û got: ‘’Em sonda xwe duabre dikin ku em ê alaya ku me ji wan dewr girtî heta bigihînin serfiraziyê bibin xwedî têkoşîneke bêhempa’’

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê têkildarî gerîlaya bi navê Nîlûfer Ozden (Stêrk Amed) ku jiyana xwe ji dest dabû daxuyanî da. Fermandariyê wiha got: ‘’Hevrêya ma Stêrk Amed (Nîlûfer Ozden) li qada Xerzanê şehîd bûye. Em hevrê Stêrk bi hurmet bi bîr tînin, sersaxiyê didine malbatê û hemû gelê me. Hevrêya me Stêrik ku di malbateke welatparêz de gihaştibû, tevlêbûneke layiqî giyanê welatparêziyê yê ku ji malbata xwe wergirtî di helwesta xwe ya şoreşger de berbiçav kiriye. Hevrêya me Stêrk ji 2002’an dema ku tevlî nav refên têkoşînê bûyî heta şehîd bûyî ji Qadên Parastina Medayayê bigirin ta bi Xerzanê li gelek qadan têkoşiyaye. Li hemû qadan bi xwedayin û tempoyeke zêde xwe tevlî nav xebatan kiriye. Hevrê Stêrk li hemû qadên ku lê bû afirandina geşedanê weke pîvana şervanî û fermandariya rast di şexsê xwe de berbiçav kiriye.’’

Fermandariya YJA Starê bi berdewamî wiha got:

‘’Çawa ku xwedî tevlêbûneke kedkar, afirîner, hewldêr bû bi lêhûrbûnî û disiplîn li ser hemû xebatên xwe rawestiyaye. Li gel helwesta çalak û têkoşerî, her demê bi moral, coş, di têkiliyên hevrêtiyê de xwîngerm bû û bi vî rengî, bi xwîngermî, helwest û şêwaza xebatê li nav hevalê xwe bûye mînak, di asta pêşengiyê de rista xwe pêk aniye. Hevrêya me Stêrk di hemû jiyana xwe ya têkoşînê de tim xeyal kiriye ku li çiyayên Bakurê Kurdistanê têbikoşe û bi bi çoşeke mezin derbasî qada Xerzanê bûbû. Li ser zemîna pêşketîn û pêşengiya ku nîşan dayî, bi asta fermandariyê li eyaleta Xerzanê maye û bûye xwedî kedeke mezin.

Em di şexsê hevrê Stêrk de di serî de eyaleta Xerzanê em hemû şehîdên xwe careke dî bi hurmet û minet bi bîr tînin. Her hevalên me yên ku şehîd dibin, derbirîna evîna mezin a azadiyê ne. Her hevrêyê ku tevlî nav karwanê şehîdan dibe biryardariya me ya têkoşînê û hêrsa me ya li dijmin zêdetir dike. Hemû şehîdên me di agirê me yê azadiyê de ku her diçe gur dibe dijîn û her gavê pêşengiyê li jiyana me dikin. Em di şexsê hevrê Stêrk de em careke dî sond dixwin ji bo hemû şehîdên şoreşê, em ê alaya ku wan dewrî me kiriye, heta ku bigihînin serfiraziyê bibin xwedî têkoşîneke bêhempa.’’