YJA Star: Dem dema ku li ser xeta Fermandar Egîd têkoşîn bê kirine

YJA Star a bi boneya salvegera 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da got: “Em şervanên azadiyê yên gelê xwe li ber ronahiya ramanên Rêbertiya xwe û li ser rêya Egîdan bê dudilî, bi fedayî şer dikin bi biryar û îradene ku bigihêjin serketinê.”

YJA Star di serî de Pêngava 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê li Rêberê Modernîteya Demokratîk Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê pradîgmaya azadî û jiyana azad ava kir û dîsa hemû berxwedêr, şervan û gelê Kurd û gerîlayên li hemû çepar, kolan û zindanan bê dudilî di rêya serketinê de berdêlan dide pîroz kir.

YJA Star di şexsê Fermandarê Mezin Mahsûm Korkmaz (Egîd) hemû şehîdên berxwedanê yên bi fedayî xwe ji bo berxwedana azadiyê bexşandin bi rêzdarî û minet bibîr anî soz da ku wê berxwedan pîroz bi serketinê tacîdar bike.

YJA Starê bal kişand ser polîtîkayên qirkirinê yên hêzên emperyalîst û got: “Hêzên emperyalîst li Rojhilata Navîn bi armanca polîtîkayên xwe yên mêtingeriyê pêk bîne, bi destê netew-dewletê ku berhemê aqilê mêr ê serwer e, spartekên berxwedêr ên civakê kirine hedef. Dewleta TC a Mêtinger a NATO-Glady destek dike, siyaseta asîmlasyon, îmha û înkarê, ji roja avabûnê heta niha li ser Kurdistan û gelên qedîm ên Anatoliyayê pêk tîne, îmzeya xwe daniye binê qetlîamên herî mezin ên sedsalan. Dewleta TC a bi qirkirina Ermeniyan avakirina xwe îlan kir, ji bo mercên hebûna xwe bihêz bikin, bi hovane Rûm, Keldanî, Sûryanî, Asûrî, Tikmen di qirkirinê re derbas kirin. Sala 1921’ê li Karadenîzê Mûstafa Sûphî û hevalên wî qetilkirin, piştre jî Denîz, Îbrahîm û Mahîr ên pêşengên tevgerên ciwanan ên çepgir ên Tirkiye qetil kirin. Bi vê yekê xwestin ku li Tirkiyeyê tevgerên sosyalîst tesfiye bikin. Dîsa heman demê  gelê Kurd rû bi rûyê qetlîamên herî bi êş hatin. Her çendî gelek ku xwestibin tine jî bike, tevî parçe jî bû lê li dijî faşîzm TC’ê bê navber li ber xweda. Dewleta TC a dixwaze rastiya berxwedanê ya gelê Kurd ji holê rake, li Agir, Zîlan, Dersim, Hênê û Koçgiriyê serhildanên rabûne êrîşeke îmhayê ku di dîrokê de nimûneyê wê nîne bi ser de çûn û xwestine tine bikin. Di nava van şert û mercan de sala 1980’ê rastiya gelekî ku li ber sînorê tinebûnê, vîna wê hatî şikandin, hatî înkarkirin û li ber cendereya qirkirinê, mîna ku xwe ji nû ve ava bike derket holê.”

Di dewama daxuyaniya YJA Starê de hate destnîşan kirin ku bi avakirina PKK’ê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve têkoşînek ji tinebûnê avakir û dîrok da guherîn û ev hate gotin: “Dewleta TC a dagirker 12’ê Îlonê bi pêşxistina darbeya leşkerî-faşîzan a hewldana tesfiyekirina Têkoşîna Azadiyê li Zindana Amedê bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an ev yek vala derket. Li ser vê xeta berxwedana pîroz Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi pêşengtiya Fermandarê Nemir Mahsûm Korkmaz hêza parastina gel esas hate girtin, bûye bersiva qêrîna azadiyê ya li Zindana Amedê bilind bûyî. Di vê wateyê de Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd ne  tenê di wateya vejînê heman demê ji Baba Îshak bigire heta Şêx Bedreddîn, Pîrs Sûltan Abdal heta Şêx Îsmaîl sembolên çanda berxwedanê ya vê axê ku li dijî zilmê berê xwe dan çiyan, çanda berxwedanê ji nû ve ava kir.”

YJA Starê wiha domand: “Bi îfadeya Rêber Apo, mîna zûlfîkarê di destê Hz. Elî de Fermandarê Mezin Mehsûm Korkmaz jî bû şûrê di destê gel de, ji bo avakirina jiyana azad li dijî faşîzim û dîktatoriyê bû hêza tolhildana dîrokî ya berxwedêran.

Artêşa me ya 15’ê Tebaxa 1984’an bû guleya di mejiyê dagirkeran de teqiya, li ser bingehê ARGK’ê ku îro ala artêşa me ya bi rûmet a HPG/YJA Starê li hewa bi azad li ba dike. Têkoşîna Azadiyê ya Gelê me, îro ji bo hemû gelên hejar, sinif û ji bo jinên cîhanê yên di bin zilma hişmendiya mêr de tine tên hesibandin bye çavkaniya hêvî û berxwedanê. 15’ê Tebaxê heman demê têkoşîna li dijî hişmendiya feodal, paşvrû ya asteniyên herî mezin ên li pêşiya pêşketina gerîlayên jin dibe asteng e bû. Jina avakarê xweser a civakî, berê wê da refên şoreşê, bûye vîn û çavkaniya ceseratê ya jnên Kurd. Yekîneyên Jinên Azad ên YJA Starê ku şênberiya israra hestê jiyana azade, garantiya parêzvaniya jinê ye. Artêşbûna jinê li ser bingehê xwedîderketina li Pêngava 15’ê Tebaxê, bûye bersiva dîrokî ya tolhildana ji koletiya jinê û hişmendiya mêr. Nasnameya Jina Azad YJA Star ji sekna hevrê Sara ya li pêşberî spandina bêrûmetî, bê nasnametî û koletiyê ya li hember dijmin mîras hatiye girtin. YJA Satar sekna jinê ya paşvemayî hilweşand, li ser şerê 15’ê Tebaxê xwe kûr kir, fermandarên mîna Hava, Xanim, dîsa şopdarên wan Ezîme, Jiyan, Saadet, Zîlan, Bêrîtan û dîsa fermandarên jinê ên mezin ava kir, bûne şopdarê xeta jinê ya ‘Şer dike ciwan dibe’ bûne hêza parêzvan û îro dijîne. Îro hevrêyên jinê ên leheng ên Fermandarê Nemir ên Egîd, li çiyayên Amed, Nûjin, li Serhedê Nûda Sason, li Zapê Delal, li Avaşîn Sarya û li Gabarê jî Halîl lehengiyên nîşan dayîn, bûne îdîaya me ya ku heta serketinê her kêliya jina û têkoşînê wê bi lehengî tevlîbûna xwe nîşan bide ye.

Dewleta TC a mêtinger û faşîst a raste rast hêzên emperyalîst ên navneteweyî destek dide yê, ji roja ku guleya yekem hate teqandin û vir ve, hesabê tinekirina gelê me û tevgera me dike. 37 salên borî da nîşandan ku; tinekirin bidin aliyekê, Têkoşîna Azadiyê hê mezintir bûye, destkeftiyên gelê me bûye gerdûnî, gihiştiye hêza ku rêbertiyê ji demê re bike. Îro ne tenê li Kurdistanê, li cîhanê li ber ronahiya ramanên Rêbertiya me, mirovahiya ronî bûyî, li dijî desthilata paşverû, mêtinger û serwer a mêr tevlî refên têkoşînê dibin. Têkoşîna bi pêşengtiya jin û ciwanan pêk hatiye, her roja diçe emrê dîktatoriya faşîst kêm dike. Êrîşên îmha û lîncê yên li dijî têkoşîn û gelê me bê perwa tên kirin, çavkaniya xwe ji enerjiya şoreşgerî ya ku Rêber Apo derxistiye holê tê.

Dem dema ku li ser xeta Fermandar Egîd têkoşîn bê kirine. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zap, Avaşîn, Metîna, Heftanîn, Xakurkê, Botan, Dersim, Serhedê û çar aliyên Kurdistanê dibin Egîd, di dil û mejiyên dijmin de diteqin. Em YJA Star ên şervanên azadiyê yên gelê xwe li ber ronahiya ramanên Rêbertiya xwe û li ser rêya Egîdan bê dudilî, bi fedayî şer dikin bi biryar û îradene ku bigihêjin serketinê. Berxwedana me wê li ser bingehê azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê heta konsepta îmhayê ya li ser gelê xwe bawî bikin wê dewam bike.”