YJŞ: Jin xwe li dora hêza parastinê kom dikin

YJŞ'ê bi daxuyaniyeke niviskî salvegera 5'an a damezirandina YJŞ'ê pîroz kir û got, ''Îro jî keç, jin û dayikên me li ser vî esasî li derdorê hêza parastinê kom dibin û xwe bi rêxistin dikin. Ev ji bo me merheleyekê girîng û watedar e.''

Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi daxuyaniyeke niviskî salvegera 5'an a damezirandina YJŞ'ê pîroz kir.

Fermandariya YJŞ'ê di peyama xwe ya pîrozbahiyê de ya ji bo salvegera 5'an a damezirandina YJŞ'ê, got, ''Di pêvajoyeke wiha girîng û hesas de em salvegera 5'an ya damezirandina YJŞ'ê pêşwazî dikin. Em vê rojê di serî de li Rêber Apo ku mimarê xeta me ya azadiyê ye, li hemû dayik, keç û gelê xwe pîroz dikin. ''

YJŞ'ê bi berdewamî bal kişande ser rola YJA Star, YPJ'ê ya di şerê rizgarkirina Şengalê de û got, ''Em bi hemû heskirinên xwe ve silav û rêzên xwe pêşkêşî hêzên YJA STAR û YPJ’ê dikin ku ji bo rizgarkirina keç û dayikên me, azadkirina civaka me û ya herî girîng ku ji bo me bûn çavkaniya xwe rêxistinkirine em bûn xwedî vîn, xwedî nasname û hêviya azadiya civaka xwe. Keda ku ji bo civaka me dane, weke jinên Şengalê û hêza parastina wê YPJ wê her tim ji bo me bibe çavkaniyek hêzê. Li ser vî bingehê em hevrêyên xwe yên şehîd ku di vê oxirê de gihîştine mertebeya şehadete di şexsê hevrên xwe Gulçîn, Nûjiyan, Ezda, Berîvan, Arîn û Viyan de hemû şehîdên xwe yê rûmetê bibîrtînîn.''

Peyama pîrozbahiyê ya YJŞ'ê bi berdewamî wiha ye:

''Weke tê zanîn dîroka Êzdîyatî xwe digihîne demên gelekî dûr û kevnar. Axa pîroz û koka şaristaniyê a Mezopotamya bûye şahidê vê çand û baweriye. Çand, ehlaq û baweriyekî ewqasî esîl, çavkanîya xwe ji serdema neolitik heya niha digre. Li ser nirxên jin-dayîk xwe avakirin bi xwe re gelek pîvanên pîroz pêş xistiye. Di serî de pîvanên wekê parvekirin, bi bawerîya xwe ve giredanî, heskirin, dilsoziya bi axa xwe, welatparezî, ehlaq, hûrmet, wêrekî, wekhevî û edaletê ava kirye. Di çîrok û dîroka Ezidiyan de qala gelek jinên Êzîdi têne kirin. Di dîroka jinên Êzîdî de jinên wekî Xatûna Fexra, Meyan Xatûn, Pîra Fatê, Dayê Zero, Stî Zînê bi nav û deng in. Hetta jinên Êzidî Xatûna Ferxa ji xwe re weki xwedawend u pîroz dibînin. Jinên Êzîdî ku ji bo baweriya xwe, xwe feda dikin jî hene. Ev yek di roja me ya îro de di kesayeta Berîvan, Arîn û Nazeyan de bi rengek herî safî şênber bûye. Ev rastiya heqîqetekê ye. Lê hêzên desthilatdar jî tu car ev çanda resen u kevnar ya diroki nepejirand û her tim li ser gelê me ferman anîn. Ev fermanên li ser gelê me yê Êzidî ku çêbune bandorên mezin çêkir.

Hê jî ev bandora fermanên di dîrokê de li ser gelê me heye, di 3 Tebaxa sala 2014’de dema DAİŞ’ê ku dijminê mirovahiyê ye êrîşê gelê me kir em carekedinê rastî îxanetekê bêbext hatin. Di wan rojên herî zor û zehmet de ku kesekê hêvî nedikir ev civak wê ji destê vî dijminê hov de xilas bibe me weke jinên Êzidî xwe bi navê YPJ ŞENGAL rêxistin kirin û li ser çanda berxwedêriya jina Êzidî têkoşiyan û wekî YJŞ me xwe mezin kir. Bê guman ev bi hêsanî pêk nehat, ji ber ku bi salane dijmin li ser cîvaka me bi polîtîkayên moderniteya kapîtalîst bi teybetî ciwanên me ji cewherê wan dûrxisti bû. Ev pergal bi taybet li ser jin û keçen civaka me didan meşandin. Her wiha vê civaka me êşên gelek mezin jiya, gelek belengazî û zorî-zehmetî jiya. Ji bo vê jî asta vê fermanê fêmkirin û li hemberî wê seknekê berxwedêr raber kirin kedekî mezin dixwest. Berxwedaniya gerilayên azadiyê YJA STAR û YPJ’ê ya ku di oxira me de dane meşandin, bi naskirina fikir û felsefeya Rêber Apo ve carekedinê ew rihê berxwedêr ê jina Êzidî di kesayeta me jinên Êzidî de hat avakirin. Em bi vî fikrî û berxwedaniyê bûn xwedî vîn, bawerî, xwe naskirin, fikir, zanista nasnameya azad, hêz, rêxistin û kesayetek berxwedêr. Ew zor û zehmetî û êşên ku hatine jîyîn di rastiya çanda berxwedêr de zivirî hêza têkoşîn kirine. Bi rastî ji xwe rêxistin kirinek bi vî rengî ji bo me ji nan û av zêdetir pêwîst bû. Ji ber ku di vê herêmê de bê rêxistinbûyîn tê wateya tûnebûyînê. Eger ku em îro YJŞ’ê dikarin li hemberî her cûre êrîş, polîtîqa, siyaset, probaganda û zextên dijmin berxwe bidin û bibin bersiv, bêguman ev bi keda Rêber Apo û şehîdên me ye. Ji bo vê jî ji bo azadiya Rêber Apo çi pêwîst bike em amade ne ku bi hemû hebûna xwe ve têbikoşin. Ji ber ku bi vî fikir û berxwedaniyê di rewşekê herî zor û zehmet de me xwe bi rêxistinî kir.

Roja me ya îro de jî keç, jin û dayikên me li ser vî esasî li derdorê hêza parastinê kom dibin û xwe bi rêxistin dikin. Ev ji bo me merheleyekê girîng û watedar e. Ji bo ku em vê merhelê bi azadiya Rêber Apo ve bigîhînîn civakek azad wê têkoşîna me ji her demî bilindtir bibe. Soza me ji bo mîmarê hebûna me Rêber Apo û şehîdên me yê qehreman wê li ser vî esasî be. Em carek din tevahiya şehîdên xwe bi hemû rêzdariyên xwe ve bibîrtînîn bejna xwe li beramberî têkoşîna wan û bîranînên wan di tewînîn.''