YJŞ: Em ê li ber her cûre tundiyê rabin û jinan biparêzin

Fermandariya YJŞ'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê destnîşan kir ku wê jinan bi hişmendiya xweparastinê biparêzin û li ber her cûre tundiyê rabin.

Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Di daxuyaniya Fermandariya YJŞ’ê de ev tişt hate gotin:

"Di serî de em 8’ê Adarê li mîmar û afrînerê tevger û têkoşîna me Rêber Apo pîroz dikin. Dîsa 8’ê Adarê li rêhevalên xwe, di şexsê gerilayên jin yên ku li hemberî faşîzmê bi ruhê jina serhildêr û têkoşer de li tevahiya jinên berxwedêr, ji hemû jinên Êzidî, Kurd, Ereb, Şûî, Aşurî û hemu jinên cîhanê pîroz dikin.

Em 8’ê Adara sala 2023y’an ji her salên din cûdatir pêşwazî dikin. Ji ber ku di van salên dawiyê de hişmendiya ku li hemberî jinê tûndiya xwe derxistiye herî jor de. Lê belê têkoşîna jinê ya li hemberî vê hişmendiyê û qirkeriyê pêş dikeve dibe hincet û bingeha şoreşa jinê. Bi rastî jî di qonaxek bi vî rengî de pêşwazî kirina 8’ê Adarê di aliyê me jinan de her çiqasî bi êş jî be, lê belê gelek bi wateye jî. Ji ber li her derî serîrakirina jinê jiyan dibe û dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî’ xwe li cîhanê mîsoger dike.

Bi taybetî pêngavên ku di pêşangtiya jinê de ji bo şoreşa jinê pêşketine û weke hatiye diyarkirin ‘Bi Jin, Jiyani Azadî ber bi Şoreşa Jinê’ girîngiyeke pir mezin îfade dike. Êdî jin dikare bi parastina xwe ya cewherî mafê xwe bixwaze û li hemberî hemû cureyên tûndiyê, qirkerî, hişmendiya zayendperestî û li dijî zilamê serwer û dewletên desthilatdar berxwe bide. Dîsa li ser vê esasî têkoşînê bilind bike û di xeta jina azad de têkoşîna xwe bigîhîjîne serkeftinê. Ev yek di têkoşîna tevahiya jinên cîhanî û bi taybet di Kurdistan û herêmê de pir zindî tê jiyîn.

Em jî weke jinên Êzidî di gelek qonaxên bi êş, giran, tûndî û qirkirinan re rû bi rû mane. Herî dawî hevrê û birayên me Pîr Çeko, Agir û Şerzat şehît ketin. Dîsa di vê pêvajoyê de gelek hemwelatiyên me di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan. Lewma em weke vê erdnîgarî bi xemgînî dikevin vê rojê. Lê belê ji ber me rastiya 8’ê Adarê naskir şunde em bi têkoşînê hesiyan şunde, ev roj ji bo me rojek ji rêzê nîne. Lewma ev roj ji pîrozkirinê zêdetir ew e ji bo me bibe sonda tolhildan û hêrsa berxwedanê. Ji ber di serî de hevrê Pîr Çeko ji bo jinên Êzidî, Ereb û Kurd ji hovitiya DAÎŞ’ê rizgar bike, têkoşînek mezin raber kirin. Bi giştî keda hemû şehîdên me ew ê ji bona me bibe çîrûska di rêya azadiyê de bi biryardarî, îrade û cesareteke mezin têkoşîne.

Em jinên Êzidî û weke YJŞ’ê vê pêvajoyê li ser bingeha ‘Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê’ bi hemû hêza xwe ve bilindkirina wê esas digirin. Ji bo wê jî ev têkoşîna me wê bibe misogeriya azadiyê û jiyana azad a bi Rêber Apo re. Em di vê biryarê de hertim têkoşîna xwe bilind bikin.

Li ser vê biryar û helwestê me gelek bedelên giranbûha dane, me di oxira vê têkoşînê de gelek nirxên bedew dane. Helbet wê ev nirx û bedel ji bo me bibin sonda tolgirtin û mezinkirina têkoşînê. Di heman demê de em ê jinên civaka xwe û jinan hemûyan bi hişmendiya xweparastinê biparêzin û li ber her cûre tundiyê rabin, li ser vî esasî xwe bi rêxistin bikin.

Me ev soza xwe di destpêka têkoşîna xwe de daye û em ê heya dawiyê bi pêkanîna vê soza xwe jî, bi ruhê berxwedêrî û têkoşeriya di oxira bilindkirina ruhê 8’ê Adarê de hatiye dayîn, di şopdariya wan de dubare dikin.”