Yerlîkaya ya HDP'î: Êriş li nasnameya jin a azad tê kirin

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Zelal Yerlîkaya têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî jinên Kurd got, "Sîstem êrişî jinên li derveyî nasnameya jin a azad nake, ji ber ku ew xwedî zîhniyeta dewlet a mêr e. Êriş li dijî nasnameya jin a azad tê kirin."

Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zelal Yerlîkaya têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî jinên Kurd axivî.

Yerlîkaya anî ziman, jinên Kurd ji ber ku îdeolojiya rizgariya jinê afirandine, timî dibin hedef. Yerlîkaya got, "Rêbaza herî rasteqîn û encamgir a têkoşîna azadiyê ya jinê ew e ku jin hemû bi hişmendiya xweparastinê pêşengê têkoşîna azadiyê ne, yan jî neçarin bibin pêşeng. Dema ku mirov bala xwe didin ser serketina dîrokî ya têkoşîna azadiya jinê ya di serdema sedsala 21'ê de, bi taybetî jî dema ku mirov panoramaya berxwedanê ya bi pêşengiya azadiyê ya jinên Kurd hatiye afirandin dinirxîne, tê dîtin ku di asta heyî de jinê di şexsê mêr ê mîkro de, li ber sîstema desthilatdariya mêr a makro rabûne, îradeya 'rawestandinê' afirandine. Realîteya 'koleya koleyan' a ji bo jinê dihate pênasekirin, veguheriye realîteya 'pêşengên rastiyê'."

'JIN ÊDÎ JINÊN BERÊ NÎNIN'

Yerlîkaya destnîşan kir ku bi rengekî çavsorane êriş li pêşengî û îdeolojiya rizgariya jinê tê kirin û wiha dewam kir: "Îdeolojiya desthilatdariya mêr, nijadperestî, neteweperestî û zayendîperestiyê weke armancekê datîne pêşiya xwe. Hebûna îdeolojiya azadiyê û jinê, ji aliyê cewherî ve îdeolojiya nijadperestî, neteweperestî û zayendîperestiyê ya dewletê her roj tune dike. Desthilatdarî û girseya wê ya li ser tunebûna jinê afiriye, bi hebûna jinê re li ber tunebûnê mane. Bi navê jinê û azadiya wê nirxên bêhempa hatine afirandin. Dem ew dem e ku jin hemû xwedî li van nirxan derkevin û bigihînin asta herî bilind. Ji xwe ne mêr mêrê berê ye, ne jî jin jinên berê ne. Êdî ew profîla jinê nîne ku ji her aliyên madî û manewî ve mexdûr, bêçare û bêîrade bû. Di asta siyasî de hilweşîna desthilatdariyên faşîst li ber çavan e. Desthilatdarî mîna ku tolê hilîne, mîna ku bêje 'hûn mêr û civaka ku min afirandiye ji holê radikin, ev jî tunekirina min e' êriş dike."

DI ŞEXSÊ MÛSA ORHAN DE DESTAVÊTINA DEWLETÊ

Yerlîkaya diyar kir ku leşker û polîsên li Kurdistanê bi bandor û hêza dewletê dest diavêjin jinên Kurd, bi zanebûn tevdigerin û got, "Di vê mijarê de gotina tecawizkar Mûsa Orhan ku digot 'Li pişt min dewlet heye' tê bîra her kesî. Wateya vê gotinê ew bû 'ez xwe dispêrim bandor û hêza dewletê', ji xwe di dawiya dawî jî wê hêzê ew parast, lê xwedî derket. Bêguman destavêtin ji dîrokê ve weke çandeke dewletê hatiye afirandin. Çanda destavêtinê bi her alî bû îdeolojî û bandora dewletan."

Yerlîkaya bal kişand ser berxwedana gelê Kurd a li dijî şerê giran ê psîkolojîk û destnîşan kir ku weke berdêla vê berxwedanê jî, destavêtina civakî weke polîtîkayekê li dijî Kurdan hatiye bikaranîn. Yerlîkaya got, "Bi destavêtina li jinên Kurd, peyama tolhildanê tê dayin. Ne tenê mafê siyaset û têkoşînê nayê dayin, di heman demê de dixwazin peyamê bidin ku mafê jiyanê jî nadin wan."

Yerlîkaya bal kişand ser jinên xwedî zîhniyeta dewletê û destnîşan kir ku ew jin ji mêr ên kkujer bêhtir metirsîdar in. Yerlîkaya got, "Em bala xwe bidin ser, li Tirkiyeyê jinên ku di nava şert û mercên siyaseta demokratîk de nasnameya jinê ya azad diparêzin û temsîl dikin li pêş nînin, ya girtî ne yan jî qedexekirî ne. Em bala xwe bidin ser şêwe û ûslûba jinên li derveyî vê nasnameyê, ji bo fêhmkirinê wê têrker be. Jinên mîra mêran e. Weke ku di mînakên Tansû Çîller û Meral Akşener de tê dîtin, tîpên bi vî rengî prototîpên dewlet a mêr e. Lê li aliyê din prototîpên jin ên azad heye mîna Fîgen Yuksekdag, Selma Irmak, Gultan Kişanak û gelek mîna wan. Rola jin a azad her tim di bin zext û zordariya desthilatdariyê de hatin hiştin, hate mehkûmkirin. Rastiyeke giran heye ku li Tirkiyeyê partî û siyasetmedar qebûl nakin ku partî û siyasetmedar ji aliyê wekhevî û azadiyê ve jin xwedî bandor bin. Dixwazin jin ya bişibe mêr û dewletê ya jî bênasname bên hiştin û bi tenê bimînin."

'DEWLET LI PIŞT TECAWIZKARÊN XWE YE'

Yerlîkaya ragihand ku destavêtina bi rêya saziya leşkeriyê nîşan dide ku li dijî gelê Kurd di nava şerekî de ne û got, "Em dibînin ku çanda cariye û destavêtinê ku ji rêbazên herî kevn ê şer e, heta dawiyê li dijî gelê Kurd tên bikaranîn. Ne di asta dadgeriyê de dest li vê rewşê tê werdan, ne jî li asta siyasî gotinek tenê li dijî vê yekê tê gotin. Ji xwe bandora dewletê nahêle ku kes tiştekî bêje. Mekanîzma û saziyên dewletê hemû, bi rêk û pêk li gorî pêwîstiyên şer û rastiya mîlîtarîzmê tevdigerin. Girîng e ku aliyê xwe yê civakî jî bi taybetî bê nirxandin; bi awayekî eşkere peyama 'destavêtina li gelê Kurd, li jinên Kurd heq e' tê dayin. Mîna ku Mûsa Orhan got, dibêje 'dewlet li pişta we ye'. Sîstema dewletê sond xwariye ku îdeolojiya rizgariya jinê, pêşengiya jinên Kurd û siyasetmedarên jin ên Kurd ji aliyê îdeolojîk, çandî, psîkolojîk, saziyî, manewî û bedenî ve biqedîne. Wê bi nijadperestî, neteweperestî, zayendîperestî, mîlîtarîzm, olperestî û hîn bi gelek konseptên din êrişên xwe dewam bike."