Yek ji jinên têkoşer; Ardil Çeşme

15 girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ji bo bidawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 30’ê Nîsanê dest bi rojiya mirinê kirin. Yek ji van jî girtiya PAJK’ê Ardil Çeşme ye. 

Navçeya Lice ya Amedê tevî hemû şidetê bûye hedefa dewleta Tirk a dagirker, ti car gav bi şûn de neavêtiye. Lice yek ji wan navçeyan e ku gelek leheng û şoreşger li himêza xwe xwedî û mezin kiriye. Yek ji van lehengan jî Ardil Çeşme ye, ya ku ji 1’ê Adarê ve ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de bû, ji 30’ê Nîsanû şûn de jî çalakiya xwe veguherand ser rojiya mirinê.

HÊ DI TEMENÊ BIÇÛK DE LI SER HEVRÊTIYÊ NIVÎS DINIVÎSAND

Çeşme ya di sala 1973’an de li navçeya Lice ya Amedê çavê xwe li dinê vekirî, zaroka 6’an a malbatek ji 8 zarokan  bû. Bi malbata xwe re piştî erdheja 1975’an û şûn de koçî navenda Amedê kir. Çeşem sala 1980’ê ya dest bi perwerdeyê kir, perwerdeya xwe li Amedê qedand. Çeşme ya her demê ji aliyê derdorê ve bi coş û rûyê ken dihate nasîn, hê di temenê xwe yê zarokatiyê de li ser hevrêtiyê nivîs dinivîsand.

DI QADA JINÊ DE XEBAT KIRIN

Çeşme ya di sala 1990’an de di baskê ciwanan a HADEP’ê de dest bi kar kir, di têkoşîna azadiya jinê de erk girte ser milê xwe. Çeşme ya sala 1990’an di avakirina Komeleya Jinan a Welatparêz (YKD) cih girt û li vir demekê xebatên jinan bi rê ve bir, di sala 1993’an de jî li qada civakî ya Amedê de tevlî xebatan bû. Çeşme ya di gelek qadên jinê yên Tirkiye û Kurdistanê de cih girt, piştre tevlî nava refên PKK’ê bû û di nava têkoşînê de aktîv rol lîst.

PÊVAJOYA GIRTÎGEHÊ BI SIRGÛNAN DERBAS BÛYE

Çeşme ya sala 1994’an li navenda Amedê bi hevrêyeke xwe re hate destgîrkirin û şûn de ji aliyê dadgehê ve bi cezayê heta heta hate cezakirin, destpêkê Amed di nav de sirgûnî Çewlik, Mûş û li gelek girtîgehan hate kirin, herî dawî sirgûnî Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê hate kirin.

HER DEMÊ BÛYE PARÇEYEK JI TÊKOŞÎNÊ

Çeşme di sala 2012’an de ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 68 rojan kete greva birçîbûnê, sala 2012’an greva birçîbûnê ji bo wê dikin hincet û sirgûnî Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê dike, piştî 7 salan û şûn de bi heman daxwazê 1’ê Adarê û vir ve ji bo piştevaniya bi greva Leyla Guven û girtîgehan re tevlî grevê dibe. Çeşme ji 30’ê Nîsanê û vir ve jî çalakiya xwe gihande astekî jortir û tevlî rojiya mirinê dibe. Çeşme ya her demê bûye parçeyek ji berxwedanê 25 sal in li girtîgehê ye.