YE’yê têkildarê 8’ê Adarê biryar li ser 6 welatan da
Yekîtiya Ewropayê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, ji ber ku mafên jinan binpê dikin, Efxanistan, Îran û Rûsya jî di nav de, têkildarê 8 welatan biryarên danekirinê dan.
Yekîtiya Ewropayê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, ji ber ku mafên jinan binpê dikin, Efxanistan, Îran û Rûsya jî di nav de, têkildarê 8 welatan biryarên danekirinê dan.
Yekîtiya Ewropayê, li dijî binpêkirina mafên jinan û tundiya zayendî têkildarê kes û saziyên li Başûrê Sûdanê, Myanmar, Efxanistan, Îran û Rûsyayê, biryarên danekirinê dan.
Wezîrê Karên Derve yê Hollandayê Wopke Hoekstra got ku ev biryarên danekirinê yên cara yekemîn in ku di bin banê Yekîtiya Ewropayê de li dijî kiryarên tundiya zayendî tên dayîn.
Holekstra got: “Bi pêkanîna van danekirinan, em bi eşkerehî didin zanîn ku wê sûcdar ji ber sûcên ku bikin wê bêyî ceza nemînin.“
Wezîrê Hollandayî her wiha diyar kir ku bergîdana van sûcên tirsnak ên li dijî mirovahiyê heye û di heman demê de peyamek e ji bo qurbaniyan: Li kû derê cîhanê be jî wê YE bi wan re bibe alîkar.
Lîsta danekirinan êvara Roja Jinan a Cihanî di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Wezîrê Hollandayî da xuyakirin ku berferehkirina lîstê bivê, ew ê bêyî texsîr bikin.