Yaman: Ez ji bo zarokên me bûm namzet

Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Qilabanê Ferîde Yaman got, "Dema ku li ser paşeroja zarokên xwe fikirîm, min cihê xwe di nava siyasetê de girt. Ez dixwazim bi rêya partiya xwe kêmasiyan biguherînim."

Yek ji dehan navçeyên ku şaredariyên wan bi destê qeyûman hatin desteserkirin, navçeya Qilaban a Şirnexê ye. Qilaban jî xwe amade dike ku dawî li vê zordariyê bîne. Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevşaredariya Qilabanê Ferîde Yaman dibêje ku ew bi bawer in wê bi ser bikevin.

Malbata Yaman salên 1990'î ji ber cerdevaniya li wan dihate ferzkirin neçar ma koç bike û hinek ji xizmên wê di rêwîtiya koçberiyê de jiyana xwe ji dest dan. Yaman qala wê wextê dike. "Ji malbateke welatparêz im. Hîn zarok bûm, malbata min ji ber zextên giran ên dewletê neçar ma ji vir koç bike. Ew ji sînor derbas bûn û çûn Iraqê. Ez li vir bi xizmên xwe re mam. Ji bilî çend rojên salê ez nikarim wan bibînim. Li gundê kesê pê re zewicî me, em yek ji çend malbatan e ku cerdevanî qebûl nekirine. Em jî ji ber qebûlnekirina cerdevaniyê koçber bûn. Di dema rêwîtiya koçberiyê de gelek ferdên malbata min jiyana xwe ji dest dan. Piştî demekê me nema karîbû îdare bike û em vegeriyan. Li vê derê me têkoşîna xwe dewam kir."

Yaman ku dayika zarokekî ye, anî ziman ku ew ji bo paşeroja zarokan tevlî siyasetê bûye û dixwaze kêmasî û şaşiyên heyî bi rêya partiya xwe biguherîne.

Yaman ji bo karê xwe yê şaredariyê got, "Em ê erk û derfetan hemûyan ji bo xizmeta gel bi kar bînin. Gel wê hezkirin û samîmiyeta me bibîne. Wê daxwazên xwe bi rehetî ji me re ragihîne."