Wekîla Swêd: Divê em destekê bidine muxalefeta Tirkiyê

Wekîla Swêd Ohlsson diyar kir ku Erdogan demokrasî rakiriye û Swêd divê destekê bide muxalefeta Tirkiyê.

Wekîla Partiya Lîberal a Swêd û Berdevka Polîtikaya Derve Brîrgîtta Ohlsson pirsnameyek da parlamentoyê û binpêkirina mafê mirovan û derbirîna azadiyê ya li Tirkiyê anî rojevê.

Ohlsson xwest ku hikûmeta Swêdê destekê bide parezvanên mafê mirovan û kesên ku dijî hikûmeta AKP’ê û Erdogan têdikoşin.

Ohlsson diyar kir ku di  salên dawî de Tirkiye ketiye rêyeke şaş û gelek kes hêvî dike Tirkiye ku salên 2000’î reform kirin bibe Endamê Yekîtiye Ewropayê.

‘ÊRÎŞÊ TÎNE, GEFAN DIXWE’

Ohlsson diyar kir Erdogan ev demeke dirêj bi êrîşên ser derbirîna azadiyê, bi êrîşên ser muxalefet û kêmaran demokrasî rakiriye û gefa anîna cezayê darvekirinê dixwe, referandûma bi dek û dolab a 16’ê Nîsanê rayeyên zêde dide Erdogan û got, encama derketina ‘erê’ wê beşên din jî ku alîgirê demokrasiyê ne bixe talokeyê.

DIVÊ EM DESTEKÊ BIDINE MUXALEFETÊ

Ohlsson diyar kir ku ew şetên ku endamtiya Tirkiyê ya ji bo Yekîtiya Ewropa were nîqaşkirin nîn in û got: ‘’Girîng e ku mirov bi bîr bixe, di vê serdema tarî de gelek welatiyên Tirk li dijî daxwaza ku raye di destê Erdogan de bicivin NA gotine’’ Ohlsson bal kişande ser giringiya destekdayin û xwedîderketina li muxalefeta ku li demokrasiyê xwedî derdikeve.

Ohlsson  ji Wezreta Derve pirsî bê ka ji bo ew destekê bidine aktîvîstên demokrasiyê yên civaka sivîl û partiyên siyasî çi difikirin.
Divê wezaret herî dereng 3’yê Gulanê pirsan bibersivîne.