'Wê bîrdoziya Serokatî hişmendiya netewe dewletan têk bibe'

Gerîlayên YJA Starê dibêjin, "Em şopdarên hevrê Bêrîtan in. Ti hêz nikare bi vîn û berxwedana me. Wê bîrdoziya Serokatî hişmendiya netewe dewletan têk bibe."

Gerîlayên YJA Starê yên ku cihê xwe di çeperên şer de digrin bi taybetî jî di qadên Şehîd Bêrîtan de ne îdeayê xwe yên berxwedan û tekoşînê nirxandin. Gerîlayên YJA Starê dibêjin, "Em şopdarên hevrê Bêrîtan in. Ti hêz nikare bi vîn û berxwedana me. Wê bîrdoziya Serokatî hişmendiya netewe dewletan têk bibe."

'ERDOGAN LI HEMBERÎ HÊZA SEROKATÎ TÊK ÇÛYE'

Gerîlaya bi navê Nalîn Evîn balê dikişîne ser amadekariyên xwe û dibêje; "Ez weke gerîlayekê YJA Star cihê xwe di çeperên şer de digrim. Li dijî her şêwe êrîşan me xwe amade kirine. Ti hêz nikare bi teknîka xwe me têk bibe. Erdogan li hember hêza Serokatî têk çûye, tine dibe û bê çare ma ye." Evîn di nava gotinên xwe de dibêje, çi dibe bila bibe ji bo wan a girîng ew e, ku li hember her titşî amade ne û wiha dewam dike, "Heya dawî jî em dest ji çeperên xwe bernadin. Ji ber em şerê heqîqetê dimeşînin û şerê me jî yê heqîqetê ye. Ev heqîqet jî PKK ye, heya niha ti hêz nekariye bi vê heqîqetê. Em ê dest ji çeperên xwe bernedin. Berxwedana me li Şengalê, Rojava û li her çar parçeyê Kurdistanê tê meşandin. Wê hêz û vîna PKK'ê bi ser bikeve û artêşa YJA Star bi ser bikeve." 

Nalîn Evîn destnîşan dike, ku hêz, vîn û xeta Bêrîtan ji bo wan esas e, berxwedana wan ber bi azadiyê ve diçe û dibêje, "Baweriya me ji her demê zêdetir bi hêz e.Bi felsefe û baweriya Serokatî em ê azadiya Rêber APO û gelê xwe misoger bikin. Îdeaya me ya ji bo sala 2017'an gelekî mezin e. Hedef û armanca me jî di vê astê de ye. Neyarên me li hember me bê çare dimînin û lawaz dibin. Ji derveyî binketinê ti rê li pêşiya wan nîne. Wê sala 2017'an bibe sala serketinê." 

Gerîla Nalîn di dawiya gotinên xwe de bang li ciwanên Kurd dike û bi vî awayî dawî li gotinên xwe tîne; "Serketin a tevgera me ya azadiyê û gelê me yê Kurd e. Em ji bo gelê xwe û ciwanên Kurd dibêjin em ber bi azadiyê ve diçin. Ji bo wê pêwîste têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin, neyarê xwe baş nas bikin. Ji bo jiyanek azad em têkoşîna xwe bi her awayî di her qadê de bidin meşandin."

'EM 24 SAETAN BI BÎRDOZÎ Û FELSEFEYA RÊBER APO DIJÎN'

Arîn Tolhildan jî dibêje, ku ew di çeperên şer de li ser bingeha bîrdozî û felsefeya Rêberê xwe, xwe perwerde dikin û jiyana xwe bi wî awayî plan dikin. Gerîla Arîn wiha dewam dike, "Erdogan radibe rûdine dibêje 'me tine kir'. Lê em dibêjin ku em vir in, li Şengalê ne, di nava berxwedana Cizîrê de ne. Gelek kes hat got em ê tine bikin, lê dawiya wan çi bû, tê dîtin. Em hene, em ê hebin. Heya ku em serketinê neynîn em dest ji şerê xwe bernadin û parastina xwe û ya gelê xwe bikin. Her roj li dayik, xwişk û birayên me zilm tê kirin û Erdogan jî dest ji dagirkeriya xwe bernade. Ji ber vê yekê em dibêjin heya ku em dawî li vê neynîn em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em 24 saetan bi bîrdozî û felsefeya Rêber APO dijîn û li gor wê jî xwe perwerde dikin." Gerîla Arîn wiha got; "Ne Erdogan ti hêz nikare me ji felsefeya Rêber APO qut bike. Em ji bo heqîqetê û mirovahiyê şer dikin. Heya ku em mirovahiyê cardin ji nû ve ava nekin wê şerê me her daîm bidome."

Gerîlaya YJA Starê Arîn bawerî û hêviyên xwe yên serketinê wiha dide diyar kirin; "Dawiya têkoşîna me serketineke misoger û mayînde ye. Baweriya me pir heye. Wê ev sal bibe sala serketinê. Ji bo wê pêdivî heye ku her kes bi taybetî jî ciwanên Kurd gerîla û armancên wê baş nas bikin, li ser vê bingehê jî beşdarî nava refên gerîla bibin." Eger gelê Kurd bi taybetî jî jinên Kurd bibin yek ti hêz nikare bi vîna wan. Têkoşîna were meşandin jî wê teqez dawiya wê serketin be. Gerîla Arîn bi van nirxandinan re dawî li gotinên xwe anî. 

'EM ŞOPDARÊN HEVRÊ BÊRÎTAN IN'

Gerîlayek din a bi navê Dersîm Bager jî nêrînên xwe bi van gotinan tîne ser ziman; "Em niha li qada Şehîd Bêrîtan cihê xwe di nava çeperên şer de digirin. Hevrê Bêrîtan di sala 1992'an de li hember îxanet û xwe radest girtinê rêya berxwedan û azadiyê ji bo xwe esas girt. Em jî weke hevrê Bêrîtan ji bo xwe rêya azadî û heqîqetê esas digrin. Em ê jî li ser axa hevrê Bêrîtan dilopa dawî ya xwîna xwe şer bikin, têbikoşin. Çawa ku ti hêz nekarî hêza hevrê Bêrîtan têk bibe, wê nikaribe hêza me jî, ji ber em şopdarên hevrê Bêrîtan in. Em jî weke hêzên YJA Starê heya dawiyê em ê şer bikin. Ji xwe armanca me ew e ku em azadiya Serokê xwe û gelê xwe dest bixin û misoger bikin." Dersîm wiha dewam dike; "Erdogan û hêzên ku alikariyê didin wî li hember têkoşîn û berxwedana me har bûne. Ev jî hêza tevgera me ya azadiyê dide diyarkirin. Em jî li ser vê bingehê têkoşîn, berxwedan û şerê xwe didin meşandin."

Dersîm di nava nirxandinên xwe de bang li gelê Kurd û bi taybetî jî ciwanên Kurd dike; "Pêwîste keç û xortên Kurd tevlî nava refên gerîla bibin. Ji bo ku em bi hev re şer bikin, azadiya Serokê xwe û jiyaneke azad misoger bikin." Gotinên ku Dersîm di dawiyê axaftina xwe de dibêje jî bi vî awayî ne; "Heya ku em azadiya Serokê xwe, gelê xwe bi dest nexin wê tekoşîn û berxwedana me bi awayakî mezintir dewam bike."