TJK-F'ê ji bo çalakiyên 6 û 9'ê Çileyê banga tevlîbûnê kir

Kurdistaniyên li Ewropayê xwe amade dikin ku di salvegera 8'an a Komkujiya Parîsê de li her cihî çalakiyên şermezarkirinê li dar bixin. Aktîvîsta TJK-F'ê Nûpel Mûnzûr ji bo çalakiyên 6 û 9'ê Çileyê banga tevlîbûnê kir.

Salvegera 8'an a komkujiya Parîsê ye, ku di 9'ê Çileya 2013'an de ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin. Komkujî wê ji aliyê Kurdistaniyên li Ewrropayê ve li gleek bajaran bi çalakiyan bê şermezarkirin.

Li bajarê ku komkujî lê hate kirin, li Parîsê wê jinên Kurd di 6 û 9'ê Çileyê de li qadan bin.

Aktîvîsta jinê Nûpel Mûnzûr bi navê Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-F) axivî û bi wesîleya salvegerê bang kir. Nûpel Mûnzûr bang li Kurdistaniyên li her devera Ewropayê kir, bi taybetî jî yên li Parîsê kir ku bi xurtî tevlî çalakiyan bibin.

Nûpel Mûnzûr Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi rêzdarî bi bîr anî û diyar kir ku komkujî ji aliyê MÎT'ê ve hate plankirin û bicihanîn û tiliya dewleta Fransayê jî tê de heye.

'DI 9'Ê ÇILEYÊ DE EM LI PARÎSÊ LI HEV BICIVIN'

Nûpel Mûnzûr got, "Em ê îsal bi dirûşma 'Yê ku fermana Komkujiya Parîsê da Erdogan e, bila bê darizandin' li qadan bin" û diyar kir ku di 6'ê Çileyê de saet 11:00 wê ji ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya heta ber buroya Cansiz, Dogan û Şaylemez lê hatin qetilkirin bimeşin û çalakiya bîranînê li dar bixin. Her wiha diyar kir ku di 9'ê Çileyê de jî wê ji Gare de Nord ber bi qada Repûblîqûeyê ve bimeşin û ji bo vê meşê jî banga tevlîbûnê kir.