TJK-E’yê ji bo çalakiyê 8-9’ê Gulanê bang kir

TJK-E’yê berxwedan û çalakiyên dayikan ên li dijî tecrîdê silav ki û banga tevlîbûna çalakiyên ku wê 8’ê Gulanê li pêşiya PE û 9’ê Gulanê jî li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirkiyeyê bê lidarxistin, kirin.

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) ya daxuyaniyek nivîskî da bal kişand ser greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD Leyla Guven a kete roja 181’an û got: “Bi ketina 15 girtiyan a Rojiya Mirinê ji bo bicihanîna daxwaza ‘rakirina tecrîda mutlatq’, hestyarkirina raya giştî û dîsa xwedîderketina li vê berxwedanê bûye xwedî wateyek mezin û ketina tevgerê ya lezgîn bi xwe re aniye. Tevî hevdîtina 2’yê Gulanê ya parêzeran a li gel Rêber Apo hê jî tecrîd didome.”

8’Ê GULANÊ LI PÊŞIYA PARLEMENTOYA EWROPAYÊ

MeTevgera Jinên Kurd ên Ewropa biryar girt ku çalakiyên xwe bigihînin astekî jortir. Ji bo vê em ê 8’ê Gulanê li pêşiya Parlementoya Ewropa ya li patexta Ewropa Brûkselê çalakiyek bikin. Em ê bi vê çalakiyê bang li sazî û dezgehên navneteweyî bikin ku bi erka xwe rabin.

Heman demê li dijî pêkanînên der mirovî yên li ser dayikên me jî 9’ê Gulanê li pêşiya Sefaretxaneya Tirkiyeyê çalakiyeke ya protestoyê pêk tînin. Bang li hemû gelê û dostên xwe dikin ku tevlî çalakiyên bên lidarxistin bibin.