TJK-E êrîşên PDK’ê şermezar kir
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) êrîşên PDK’ê yên li ser Êzidiyên Xanesorê bi zimanekî tund şermezar kir û bang li jinên Kurd kir ku li her derê çalakiyan li dar bixin.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) êrîşên PDK’ê yên li ser Êzidiyên Xanesorê bi zimanekî tund şermezar kir û bang li jinên Kurd kir ku li her derê çalakiyan li dar bixin.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) derbarê êrîşa îro ya li ser Êzîdiyên Xanesorê yên ku dixwestin protestoyê bikin, daxuyaniyek weşand.
TJK-E’yê di daxuyaniya nivîskî de got, "Li bajarokê Xanesorê yê Şengalê girseya ku dixwest kozikên çeteyên PDK û AKP’ê protesto bikin rastî êrîşê hatine. Em vê êrîşê bi nefret şermezar dikin."
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate gotin:
"Em Nazê Naif Qaval a ku endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ye û îro bi êrîşa hêzên PDK’ê jiyana xwe ji dest daye, bi hurmet bi bîr tînin. Helwesta Qavalê, li hemberî îxanetê helwesta azad a jinên Kurd e.
Jinên Êzidî yên ku piştî 3’ê Tebaxê rastî komkujiya DAIŞ’ê hatibûn, ji bo bawerî û çanda xwe li Çiyayên Şengalê têkoşîneke mezin a mirovî didan. Jinên Êzidî piştî 3’ê Adara 2017’an jî rastî êrîş û zextên îxanetkarên ku ji xwe re dibêjin 'Kurd' hatin.
Civak û jinên Êzidî, ji bo warê xwe Êzîdxanê terk nekin, ji kokên xwe qut nebin, bi hemû hêzên xwe, xwe bi rêxistin kirine û xwe diparêzin. Li hemberî vî tiştî jî komkujiya bi destê îxanetkaran tê kirin diyar dike ku ev tiştên hanê dûmahîka polîtîkayên hegemonyaya şirîkatiya qirêj a PDK û AKP’ê ye. Dixwazin Şengalê ji nû ve dagir bikin û komkujiyeke din li ser civaka Êzidî pêk bînin.
Di kesayetiya Nazê Naif Qaval de ya ku bûye îrade û xwe bi rêxistin kiriye, wê jinên Kurd ji bo parastin û dahatûya azad a Şengalê li her derê di nava xwedîlêderketin û çalakiyan de bin."