TJK-E: Bi rojbûna Rêber Apo re bihar ji nû ve hat
TJK-E bi wesîleya sala 68'an a rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û got, "Rojbûna Rêber Apo, rastiya hat windakirin ji nû ve derxist holê û ji bo jin û gelan bihar anî."
TJK-E bi wesîleya sala 68'an a rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û got, "Rojbûna Rêber Apo, rastiya hat windakirin ji nû ve derxist holê û ji bo jin û gelan bihar anî."
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kurdistanê û Rojhilata Navîn vejîneke nû ye.
TJK-E destnîşan kir, 4'ê Nîsanê ku tê wateya ji nû ve vejîna gelê Kurd, biryardariya ji bo jiyana azad e û wiha dewam kir: "Têkoşîna gel a bi rûmet, ku îro li çar aliyên Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin, civakî dibe û bi meşa bi mîlyonan ber bi azadiyê ve diçe. Li ber şewqa nêrînên Rêber Apo, ku nasnameya civakî ye, têkoşîna azadiyê tê meşandin, sîstema serdestiya mêr a hezaran salan hatiye deşîfrekirin, hişmendiya vîna xwe, rêxistinbûna xwe û parastina xwe hatiye afirandin û pêşî li lîstikên qirêj û polîtîkayên qirker ên sîstema serdest hatiye girtin. Rojbûna Rêber Apo, rastiya hat windakirin ji nû ve derxist holê û ji bo jin û gelan bihar anî.
Di çarçoveya rastiya 'Azadiya Rêber Apo azadiya me ye" de, hêza me ji her demê zêdetir e ku em vê sala têkoşînê bikin sala azadiyê. Biryardarî û îdîaya me mezin e, ku bi 4'ê Nîsanê re saleke bi heybet a têkoşînê pêşwazî bikin. Jinên ku di 8'ê Adarê de gotin NA ji koledarî, faşîzm, qirkirin û zayendîperestiyê re, gelê Kurd û dostên wan ku bi dirûşma 'Em ê teqez bi ser bikevin' qadên Newrozê dagirtin, ji niha ve roja serketinê nîşanî me dane. Ew roj nêzîk e, ku jin, dayik, zarok, ciwan û gelê me yên dildarê azadiyê ne, li dora sifreya rojê li Amarayê li rûnên.
Em şehîdên xwe yên Amarayê hevrê Mahsûm û Mûstafa careke din bi rêzdarî bibîr tînin, soza xwe dubare dikin, ku di meşa azadiyê de em ê hevrêyên jinên azad ên Rêber Apo bin. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin, bi taybetî bang li jin û ciwanan dikin ku li dora Rêber Apo li hev bicivin, 4'ê Nîsanê bikin pêngava azadiyê û dibêjin 'Azadî wê bi ser bikeve'. Em careke din 4'ê Nîsanê li hemû jinan û gelê xwe pîroz dikin."