TJK-E: 22'ê Gulanê em li Brukselê berxwedanê geş bikin

TJK-E ji bo geşkirina berxwedana li dijî tecrîdê, banga tevlîbûna li mîtînga 22'ê Gulanê ya li Brukselê kir.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, greva birçîbûnê û rojiya mirinê di asta krîtîk de ye û hate gotin, "Desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bo zexta berxwedanê sivik bike, weke ku hin gavan diavêje xwe nîşan dide, lê belê di pratîkê de mafên qanûnî bi cih nîne. Tecrîd hîn jî didome. Ne tenê tecrîd didome, di heman demê de tundî û êrîş li dijî berxwedêrên li zindanan tê kirin. Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêber Apo, jinên Kurdistanî û gelê Kurd wê her tim li ser piyan bin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, wezîfeya jinên Kurd e ku çalakiyên li dijî tecrîdê geş bikin û pêşengiyê ji wan re bikin.

Di daxuyaniyê de ji bo meş û mîtînga 22'ê Gulana 2019'an a li Brukselê bang hate kirin: "Di serî de jinên Kurdistanî em bang li dostên xwe hemûyan û gelê xwe dikin ku bi rengekî bi heybet tevlî bibin. Divê her kes bi xavikên spî ku sembola dayikên me yên berxwedêr re, tevlî çalakiyê bibin û bibin dengê berxwedêran. Roj roja geşkirina berxwedanê ye, têkbirina tecrîd û faşîzmê ye. Ji bo têkbirina polîtîkayên qirêj ên faşîzmê 22'ê Gulanê em li Brukselê dengê berxwedêran bigihînin tevahiya dinyayê."