TJA’yê Zeynep Kinaci bi bîr anî

Tevgera Jinên Azad (TJA) di salvegera şehadeta wê de Zeynep Kinaci (Zîlan) bi bîr anî ya ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dêrsimê çalakiyeke fedaî li dar xistibû.

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyeke nivîskî de Zeynep Kinaci (Zîlan) bi bîr anî ya ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dêrsimê çalakiyeke fedaî li dar xistibû.

Di daxuyaniya TJA’yê de ev tişt hate diyarkirin:

“Rastiya Kurd û Kurdistan û axa pîroz a Mezopotamyayê gelek jinên zanyar û berxwedêr afirandiye. Ji avabûna dîroka xaka pîroz heta niha têkoşîn, berxwedêrî, zanyarî û felsefeya wan a jînwarî û jiyarî her tim rêbertî ji jin û civakê re kirine. Her wiha felsefe, jînwarî û jiyariya wan her tim bûye dibistana azadiyê ku nifşekî bike mîrazgirê nifşeke dinê û heta roja îro jî vejîn bûye felsefejiyariya jinên Kurd û Rojhilata Navîn.

Ji van jinên xwedî felsefeya jînwarî û jiyarî yek jê jî sembola têkoşîn û berxwedana jinên Kurd Zeynep Kinaci ye. Zeynep li dijî hişmendiya mêrsalarî û bavsalarî ya malbat û civaka feodal, li dijî hişmendiya dagirker ya ku li ser xaka pîroz a Mezopotamyayê têkoşiyaye û vejiya. Vejîna wê di dîroka têkoşîn û berxwedana jinên Kurd de bûye manîfestoya jînwarî û jiyanwarîyê pêşerojê.

Em jinên TJA’yê vejîn û berxwedana hemû jinên ku ji bo azadiyê têkoşiyane, bi bîr tînin. Em sozdar û şopdarê felsefejiyariya wan in.”