TJA: Wê komploger winda bikin

TJA, komploya 15’ê lenet kir û got: “Em tevgerekî wisanin ku heta Rêbertiya me azad nebe ne gelê me û ne jî jin azad dibin.” TJA, bang kir ku heta Ocalan azad bibe wê têkoşîna xwe bidomînin.

Tevgera Jina Azad (TJA), bi boneya salvgera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan hate kirin îro daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Roja 15’ê Sibatê ji bo gelê Kurd û jinan weke rojekî reş e û ji bo gelê Rojhilata Navîn destpêka planekî qirêj e, bi hêrs û kînekî mezin hevrû dibin. Bi vê boneyê di salvegar komploya 15’ê Sibatê de hemû hêzên komploger lenet dikin.

ÇIMA KOMPLO HATE LIDARXISTIN?

Di dewam daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîneka şoreşekî ku xwe dispêre azadiya gelan û biratiyê, hêzên komploger ku ji bo pêşî li vê yekê bigire serî li vê komployê dan. Birê Abdullah Ocalan ê ku pradîgmaya netewe dewletê vegûherand li pêşberî vê jî pêşxistina sîstema federasîza ku gel xwe dispêre demorasiyê, pirçandî, bawerî û hêviya gelan. Ji bo vê jî hêzên hegonom ên komploger ji bo xeteriya ku ji bo xwe dîtin ku nikarina pirsgirêka Kurd di kesayeta Ocelan de tine bikin ji bo serî li hevabendê xwe yên Kurd dan û li ser vî bingehî ji bo destpêkirina komploya 15’ê Sibatê bi encam bigire xala herî dawî ya esas bû. Bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve mudaxeleyî Iraqê hate kirin, di roja me de şerê li Sûriyeyê mîna ‘Şerê Cîhanê yê 3’emîn’ tê dîtin, xistin dewreyê. Bi rêbazên kaos û şer hêzên hegonom û netew dewlet dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin û gelê herêmê neçarî zilm û zordariyê bikin, bifetisînin. Lê, tevî şert û mercên esaretê Konfedaralîzma Demokratîk a Birêz Ocalan weke Rêya 3’emîn a çareseriyê ji bo Rojhilata Navîn xwe daye der û ev di Şoreşa Rojava de weke mûcîzeyekê kete meryetê.

‘TI SIYASET NIKARE AZADBÛNA RÊBERÊ ME ASTENG BIKE’

Bi Komploya 15’ê Sibatê li dijî wê polîtîkayê ku şerê gelê Kurd û Tirk û destwerdana li vî şerî dihate armanckirin, Rêbertiya Gelê Kurd bi komara demokratîk û rêbaza çareseriyê ya xweseriya demokratîk bûye xwedî ked û hewldaneke mezin. Dewleta Tirk a ku bi taktîkî nêzîkî vê ked û hewldana mezin bûyî û kirî qurbana berjewendiyên siyasî yên berteng, hişmendiya siyasî û bêferasetiya hikûmeta AKP’ê li bin guhê erdê ketiye. Ji bo ku daxwazên azadiyê yê gelê Kurd û statûya polîtîk a Kurdan asteng bike, JÎTEM a Rojhilata Navîn DAIŞ birêxistin kiriye, rêbaza muzakereyê bi awayekî taktîk bi kar aniye û bi vê radestgirtin armanc kiriye, dema ku ev armancên xwe jî bi ser nexistiye serî li plana çokşikandinê daye, bi tecrîda li ser Birêz Ocalan, bi kavilkirina bajarên Kurdistanê, bi komkujî û qirkirina operasyonên siyasî xwestine ku armancê bi dest ve bînin. Lê roj bi bêjingê nayê veşartin. Ti siyaseta îmha û înkarê nikare azadiya gelê Kurd û azadiya Rêberê Gelê Kurd asteng bike. Em pir baş pê dizanin ku ev serdem a me ye, ev dem a me ye û siberoja ku wê bibe mekanê şaristaniya azad a me ye.

Em jin, ên ku ew êşa ku dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi me dane jiyîn em ê ti caran ji bîr nekin, em ê wan hêzên ku tenê komkujî û zilm bi ser gelan de anîne û tenê ev şayanî wan dîtine ti caran ji bîr nekin. Em tevegereke civakekî û tevgereke jinan a wiha ne ku pê dizanin heta ku Rêbertiya me azad nebe em ê azad nebin em ê azad nebin. Em di bîr û baweriyê de ne ku bi teqezî em ê azadiya xwe bi dest ve bînin û heta ku em azadiya xwe bi dest ve bînin em ê rawest têkoşîna xwe bidomînin.’’

‘EM HER DEVERÊ BIKIN QADA BERXWEDANÊ’

TJA’yê di dawiya daxuyaniya xwe de bang kir ku heta azadiya Ocalan pêk were têkoşîn were gurkirin û wiha got: ‘’Her mal, her kuçe, her bajar heta ku Kurdistan statûya xwe polîtîk bi dest ve bîne divê bibin qadên berxwedanê. Bi vê wesîleyê em Komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin, komploger wê têk biçin û azadî wê bi ser bikeve.’’