TJA: Em li Amarayê li hev bicivin

TJA'yê hemû jin vexwend Amarayê ku 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê pîroz bikin. TJA'yê işaret bi tecrîdê jî kir û xwest, destûr bê dayin ku hevdîtin bi Ocalan re were kirin.

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li ber avahiya HDP'ê ya Amedê hate dayin û Parlamentera Amedê Sîbel Yîgîtalp û aktîvîstên TJA'yê tevlî bûn.

Yîgîtalp diyar kir ku hikumeta AKP'ê bi girankirina tecrîda li ser Ocalan re welat xistiye nva şer û got, "Ji ber tecrîda girankirî li welêt gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan."

Yîgîtalp bi bîr xist ku li gorî nûçeyên hin saziyên çapemeniyê, televîzyon û radyoya Ocalan jî jê standine û anî ziman, bi ti awayî têkilî bi Ocalan re nikare bê danîn. Yîgîtalp xwest, malbat û parêzer karibin Ocalan bibînin û got, "Pêşîgirtina li şîdet û şer, bi rakirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan dibe."

Yîgîtalp destnîşan kir ku jin dixwazin tecrîd tavilê bê rakirin û got, dewamkirina şer û zêdebûna hejmara miriyan tiştekî çareser nake. Yîgîtalp wiha dewam kir: "Ji bo hîn bêhtir mirov nemirin, em dixwazin beriya her tiştî hevdîtin bi Birêz Ocalan re bê kirin."

Sîbel Yîgîtalp herî dawî bi wesîleya 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû jin vexwend Amarayê.