TJA: Em ê keda Evîn Bûldanê ji bîr nekin

TJA’yê ji bo rojnamevan Evîn Bûldanê sersaxî xwest û got, "Em ê alaya azadiyê ya ku wê li ba dikir hildin û têkoşîna wê xurttir bikin."

Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo rojnamevan Evîn Bûldan a ku jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê weşand.

Di peyamê de hat gotin ku, "Em gelekî xemgîn bûn ku Evîn Bûldan edîtora rojnameya Azadiya Welat, rojnameya ku ji bo pêşvebirina çand û zimanê Kurdî mîsyoneke xwe heye û bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de  hate girtin, duh berêvarî ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest daye."

Di peyamê de hat destnîşan kirin ku, "Bi têkoşîna xwe ya ku ji bo ku bibe zimanê gelên bindest û jinan û bi feraseta xwe ya çapemeniya azad ji bo azadiya gelê Kurd û jinan têkoşiyaye, peywira xwe bi cih aniye" û hat diyar kirin ku, "Li hemberî hemû polîtîkayên li ser çapemeniya azad paş ve gav neavêtiye û bi helwesta xwe ya berxwedanê feraseta çapemeniya li ser azadiyê bi pêş ve biriye û mezin kiriye."

‘EM Ê TÊKOŞÎNA WÊ XURTTIR BIKIN’

TJA’yê di peyama xwe de qala van tiştan jî kir:

"Em jin em ê ked û têkoşîna Evîn Bûldan a li hemberî asîmîlasyona çandî ya di warê çapemeniyê de ji bîr nekin û bi hildana ala wê ya azadiyê, em ê têkoşîna wê xurttir bikin."

Em dibêjin Rehma Xwedê li ser Evîn Bûldanê be ya ku di têkoşîna azadiyê de keda wê ya mezin heye û ji malbat, nas û çapemeniya Kurdan re sersaxiyê dixwazin."