TJA: Em ê dîktatorên weke Saddam birûxînin!

TJA’yê got, "Rûxandina dîktatorên weke Saddam wê bibe dilsoziya me ya herî rast a bi şehîdên me yên Helepce re."

Tevgera Jinên Azad (TJA) di salvegera Komkujiya Helepceyê de daxuyaniyeke nivîskî da û got, ‘’rejîmên dîktatorî yên ku welat û gelek li çar beşan dabeş kirin û kirin pêvajoya îmha û înkarê ji hêla dîrokê ve neyên bexişandin û wiha werin bibîranîn’’
Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Rejîma Saddam ku bi komkujiyên Helepce û Enfalê bersiv da berxwedana azadiyê ya gelê me yê Başûrê Kurdistanê di dîrokê de weke bîrdariya şermê maye. Lê li hemû beşan li ser gelê me gefa komkujiyan heye. Xwedîderketina li berxwedana azadiyê, êş û hêviya gelê me û astengkirina qirkirinê herî rast wê mezinkirin û xurtkirina têkoşîna azadiyê be. Li hemû Kurdistanê û Rojhilata Navîn serfirazkirna sîstema neteweya demokratîk a gelan û rûxandina dîkatatorên weke Seddam wê girêdana me ya herî rast bi şehîdên Helepce re. Em ê ti caran zarok, jin û mêrên ku li Helepçe ketin erdê ji bîr nekin.

Ji bo vê jî gelê me yê têkoşer wê komkujên Beyaziyê yê 16’ê Adara 1996’an darizîne. Em şehîdên Helepçe û Beyazitê careke dî bi bîr tînin û em soz didin ku bîranînên wan bidin jiyîn.’’