TJA: Bila Leyla Guven tavilê bê berdan

TJA'yê, operasyonên qirkirina siyasî şermezar kir û xwest, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven tavilê bê berdan.

Tevgera Jinên Azad (TJA) der barê binçavkirina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ji ber operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî sazî û partiyên Kurdan, di nava 2 salên dawî de zêdeyî 10 hezar kes hatin binçavkirin, ku di nava wan de hevserokên partiyan, parlamenter, rêveber, nûnerên saziyan, sendîkavan û welatparêz hene.

TJA'ê ragihand, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven duh dema ji gundê Amara derdiket hatiye binçavkirin û destnîşan kir, ev êrîşên bi zanebûn li dijî têkoşîna azadiya jinê û siyasetmedarên jin tên kirin.

TJA'yê diyar kir, ti ji êrîşên faşîst wê nikaribin pêşî li têkoşîna azadiyê ya jinan bigirin û wiha dewam kir: "Siyasetmedarên jin ên pêşengiyê ji siyaseta demokratîk re dikin û alternatîfa jiyaneke nû li her qadê dafirînin, li hemberî her şêwe zext û zordariyê ji têkoşîna xwe venegeriyan."

TJA'yê bang li rayedarên dewlet û hikumetê kir, ku dest ji van polîtîkayên xwe yên têkçûyî berdin û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven tavilê berdin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Em êrîşên li dijî siyasetmedarên jin şermezar dikin û bang li hemû jinan dikin, ku li dijî van êrîşan li dora xeleka berxwedanê li hev bicivin."