TJA: AKP ji ber ku ji ‘NA’ yê ditirse, êrîş dike
TJA’ê diyar kir ku AKP ji ber ku ji hêza ‘NA’yê ditirse, lezdaye operasyonên qirkirina siyasî.
TJA’ê diyar kir ku AKP ji ber ku ji hêza ‘NA’yê ditirse, lezdaye operasyonên qirkirina siyasî.
Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî êrîşên qirkirina siyasî îro daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di operasyonê qirkirina siyasî de, Seroka Giştî yê ESP’ê Çîçek Otlû jî di nav de gelek jin, endamê partiyên sîyasî yên wek ESP, HDP, ÎHD’ê, nêzê 100 kes hate binçavkirin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Ev êrîş û binçavkirinê li dijî xebatên referanduma ku di şert û mercê newekhev de pêktên, nîşaneya tirsa hikûmeta AKP’ê ya li dîjî ‘NA’ ye. Ji derveyî fikrên xwe tehemûla wan li deng, reng, ziman, netewîyet û fikrên cûda re nîne, polîtîka û siyasetekî wisa dimesîne. Ji bo Pergala Serokatiyê li dijî sazî û dezgeyên demokratîk yên Tirkiyeyê, polîtîkayên xwe yên zalîmane zêdedikin û Tirkiyeyê ber bi qeyranekî mezin ve dibin. Divê demildest dewleta Tirk ji van pilîtîkayên xwe bizbire û ew kesên ku di binçavan de ne berdin. Em ê li dijî polîtîkayên li dijî jinê tên kirin, bi tezez bi ‘NA’ yê biserbixin.