Tevgera Jinên Kurd a li Rûsyayê ji bo yekîtiya neteweyî bang kir

Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê kiryarên hevkariyê yên PDK'ê şermezar kir û bang li raya giştî ya Kurd kir ku li dijî tifaqên qirêj bibin yek.

Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê daxuyaniyek weşand û bal kişand ser rageşiya li Zînî Wertê rû da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, dewleta Tirk a faşîst ji Efrînê heta Mexmûrê xwîna Kurdan hîn jî dirijîne û hate gotin, "Dewleta Tirk ku dixwaze destketiyên Kurdan ên li herêmê ji holê rabike, hin hêzên Kurd jî ber bi aliyê ve kişandiye û hewl dide li herêmê kaosê biafirîne. Rageşiya dema dawî li herêma Zînî Wertê rû da, beşek ji vê lîstika qirêj e.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku PDK bi bicihkirina hêzên xwe yên leşkerî li Zînî Wertê pêşî li şerekî navxweyî yê navbera Kurdan vedike û hate gotin, "Di vê pêvajoya hessas de ku pêwîstiya Kurdan herî zêde bi yekîtî û hevgirtinê heye, helwesta PDK'ê û nêzîkatiya xwe ya êrişkar ji aliyê ti aliyekî Kurd ve nayê qebûlkirin."

Di dxuyaniyê de hate ragihandin ku nêzîkatiyeke bi vî rengî wê herî zêde zerarê bide Kurdan, lewma bang li PDK'ê hate kirin ku tavilê dest ji tifaqa qirêj a bi dewleta Tirk re berde.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Pêwîstiya Kurdistanê vê gavê ji şer bêhtir bi aştiyê û parastina destketiyan heye. Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo têkbirina vê tifaqa qirêj bi berpirsyarî tevbigere."