TEV-ÇAND'ê hunermend Herekol û Dag bi bîr anî

TEV-ÇAND Ewropayê Şehîd Yekta Herekol û Halîl Dag bi bîr anî û diyar kir ku wê xwedî li xeta herdu hunermendên şoreşger derkevin.

TEV-ÇAND Ewropayê ji ber salvegera şehadeta şehîd Yekta Herekol û Halîl Dag daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Îro salvegera 20'emîn a şehadeta hunermendê şanoya şoreşger Yekta Herekol e. Di 27'ê Adara 2004'an de li bajarê Helebê çalakiya fedaî kir û şehîd bû. Yekta Herekol ji aliyê TEV-ÇAND'ê ve weke 'xeta me ya hunerê' hate qebûlkirin. Ew şoreşgerek bû ku bi jiyan û hunera xwe tijî ders bû."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Yekta Herekol sala 1968'an li Xozad a Dersîmê ji dayik bû, li Zanîngeha Gazî ya Enqereyê xwend. Piştre tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bû, li qadên gerîla, li Yewnanistan, Romanya, Rûsya, Kampa Mexmûrê, Rojavayê Kurdistanê û Helebê lîstikên şano nivîsand, bi rê ve bir û pêşkêş kir. Ji Pîr Sûltan heta bi Kawayê Hesinkar bi rola gelek karakteran lîst.

Yekta Herekol her wiha girîngiyeke mezin da sazîbûnê. Di sala 2001'ê de bû yek ji damezrînerên Dibistana Çand û Hunerê ya Şehîd Sefkan a li Herêmên Parastinê yên Medyayê. Li vê dibistanê li qadên sînema, muzîk, şano, wêne û wêjeyê gelek gerîla perwerde kir û hilberînên mezin kir."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bîranîna Şehîd Yekta Herekol nehate jibîrkirin û hate gotin, "Li Rojava şoreş pêk hat. Xelkê me yê li Rojavayê Kurdistanê bi navê Yekta Herekol akademiyên hunerê ava kir. Di van akademiyan de şagirt bi muzîk, sînema, şano, govend û wêneyan qala şoreşa Rojava dikin, h er sal 27'ê Adarê bi navê wî Festîvala Şano lidar dixin.

Di sedsala 20'î de bi asîmîlasyon û komkujiyan hate xwestin ku çand û nasnameya Kurdan bê tinekirin. Hunermendên şoreşger ên mîna Yekta Herekol kirin ku nasnameya Kurd bê parastin, nûnertiya çanda nû ya şoreşgerî û berxwedêriyê kirin. Weke kedkarên çand û hunerê em ê li ser şopa vê rêyê bin.

Em Şehîd Yekta, Şehîd Baran, Şehîd Sarya, Şehîd Hêvî, Şehîd Rêzan, Şehîd Zerdeşt, Şehîd Daxistan û şexsê wan de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Bi vê wesîleyê Roja Şanogeran a Cîhanê di serî de li şehîdan li hemû kedkarên hunera şanoyê pîroz dikin."

Di dewama daxuyaniyê de têkildarî şehadeta Halîl Dag jî hate gotin, "Piştî pênc rojan dostê leheng û çiyayan hunermendê şoreşger Halîl Dag (Ûysal) şehîd bû. Di 1'ê Nîsana 2008'an de li qada Besta ya Botanê di êrîşa mêtingeriya Tirk de şehîd bû.

Halîl Dag di sala 1973'an de ji dayik bû, li Îzmîr û Elmanyayê mezin bû. Di sala 1995'an de weke kameramann çû çiyayên Kurdistanê û heta şehîd bikeve karê belgekirina şervanên azadiyê yên Kurdistanê kir."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Taybetmendiyeke din a girîng a Halîl Dag karên wî yên li qada sînemayê bû. Ew damezrînerê Sîne-Çiya ye. Derhênerê fîlmên Tîrêj, Eynika Bejnê, Firmêskên Ava Zê, Bêrîtan, Dema Jin Hez Bike û Nepeniyên Rûyê Me bû. Hunera sînema ya ku li çiyayên Kurdistanê bi pêşengiya wî destpê kir, hîn jî dewam dike."

Di dawiya daxuyaniyê de di şexsê Yekta Herekol û Halîl Dag de şehîd hemû hatin bîranîn.