Têgeha 'karê mêran e' bi neqşên xwe ve pûç dike

Roja Akar ku sifirkariyê dike, têgeha 'ev karê mêran e' bi neqşên xwe pûç dike. Roja Akar dibêje, eger jin bi hunera xwe bizanibe û ji xwe bawer be, dikare her karî bike.

Sifirikê di dîrokê de yek ji wan madenên ku herî zêde hatiye tercîhkirin û navê xwe li serdemekê kiriye. Niha jî bi destê jinan ji nû ve jîn dibe. Sifirkarî ku karekî sedan salan e wekî karê mêran tê zanîn, lê Roja Akar vê têgehê li Bazara Sifirkariyê ya Sûr a Amedê pûç dike. Akar anî ziman ku karê mêran an jî jinê tineye, her tişt bi daxwaz û têkoşînê tê kirin.

‘JI AFIRANDINÊ HEZ DIKIM’

Akar anî ziman ku ew ji afirandinê gelek hez dike û wiha qala çîroka xwe ya sifirkariyê kir: “Ez 6 sal in vî karî bi hezkirin û mereqek mezin dikim. Di sala 2014’an de min li Bazara Sifirkariyê ya Sûrê dest bi vî karî kir. Berî niha ti fikrê min li ser sifirkariyê tine bû û piştî ez hatim vê bazarê û min karê sifirkariyê nas kir bi hezkirinek mezin min dest vî pîşeyê ku weke karê mêran tê binav kirin kir. Ev kar tenê ne karê mêran e, eger jin bixwaze dikare di hemû qadên jiyanê de bixebite. Her tişt bi meraq û hezkirinê dest pê dike û mirov dikare hîn bibe. Bi demê re ez hînî neqişkirin û karê din ê sifirê bûm. Tenê daxwazek min heye ku ez dixwazim vî pîşeyî bidim jiyîn. Dema jin dest davêjin karekî li wir mirov bêhtir mereq dikin, dema ku karê xwe dike gelek kes tên û bala wan dikişîne.”

‘DIVÊ MIROV JI RUHÊ SIFRÊ FÊM BIKE’

Akar destnîşan kir ku dema ku ew sifirê neqiş dike pir kêfxweş dibe rêya vê jî hîskirin e, heke mirov ji zimanê sifirê fêm bike, xwe bigihîne ruhê wê, wê demê wê karekî baş derdikeve holê. Akar bikêv kir ku weke demê berê nirx ji bo hunera sifirkariyê tineye û wiha dom kir: “Bi pêşketina teknolojiyê re ev huner jî ber bi tunebûnê ve çû. Xelkê bajêr qîmet bi sifrê nade, lê belê dema turîstek were bajêr hîn bêhtir girîngiyê didin kedê, karên destan ji bo wan qîmetir e bi wê re bazariyê nakin, pere nabe mijar. Divê welatiyên me jî nirx bi hunerê bidin û hewl bidin ku vê pîşeya dîrokî bidin jiyîn.”

‘DESTÊ JINÊ BI HUNER E’

Akar bilêv kir ku jin dikarin ji derheqê karên herî zehmet de jî derkevin û wiha got: “Mêr vî karê ku niha li ber jibîrkirinê ye bêyî dilê xwe dikin, lê belê ew wek jin karê sifirê bi kêfxweşî dikin. Ez weke jinek ciwan naxwazin ev pîşe bimire. Tenê wek karekî mêra tê zanîn, lê belê ez vê nêzîkatiyê rast nabînin. Bi kirina vî karî ez vê bîrbiriyê ji holê radikin. Eger jin bixwaze dikare di hemû karan de bixebite , ez bang li tevahiya jinan dikim ku bila bi hunera xwe bizanibin. Ev kar tenê ne karê mêran e û eger jin hez bike û bixwaze vî karî bike wê bêguman ji mêran baştir vî karî bikin.”