Tecrîd li Adigeyê ji aliyê jinan ve hat şermezarkirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Adigeyê ji aliyê jinan ve hat şermezarkirin.

Li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê, Organîzasyon Jinên Kurd a Adigeyê-Bêrîtan, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniye da çapemeniyê. Daxuyanî li ber Navenda Çanda Kurd a Adigeyê hat dayin û gelek jinên ku ji ber ewlekarî û tenduristiya Ocalan bi fikar in, tevlî civînê bûn.

Ji rêveberiya organîzasyona jinan Sînem Biroyeva bi navê jinan axivî û got, "Demeke dirêj e em nikarin agahiyê ji Rêberê xwe bigirin. Dewleta Tirk, bi taybetî hikumeta Erdogan dixwaze bi qurbankirina Kurdan ji nava krîza siyasî derkevin. Divê gelê Kurd êdî daxwaza xwe ya ji bo azadiya Rêberê xwe bi dengekî bilind bîne ziman û heta encamê bigire, nesekine."

Daxuyanî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Faşîst Erdogan" qediya.